Êrîşên balafirên bêmirov ên li ser Rojava didomin
Dewleta Tirk a dagirker herêma Koçerat a Dêrikê, benzînxane û banka çandiniyê ya Tirbespiyê bombedûman kir.
Dewleta Tirk a dagirker herêma Koçerat a Dêrikê, benzînxane û banka çandiniyê ya Tirbespiyê bombedûman kir.
Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov ên çekdar herêma Koçerat a Dêrikê bomberdûman kir.
Dewleta Tirk her wiha stasyona petrolê ya di navbera gundên Girdahol û Girşêran ên dikeve başûrrojavayê navçeya Tirbespiyê û banka çandiniyê ya li başûrê navçeyê jî bombebaran kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) daxuyaniya dewleta Tirk a dagirker ku di êrîşên duh de 9 şervan şehîd bûne derewand. Di daxuyaniya QSD’ê de ev tişt parve kir: “Di daxuyaniya ku îro ji aliyê Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker ve hatiye dayîn de, tê îdiakirin ku di êrîşên duh ên li dijî hêzên me de 9 şervanên me şehîd bûne. Ev îdiaya wan dûrî ratiyê ne."