Fermandar Şervan ji hêla hezaran ve hate veşartin

Cenazeyê Fermandarê YPG’ê Şervan Heleb bi tevlîbûna hezaran kesî ve bi merasîmekê hate veşartin.

Yek ji fermandarên YPG’ê Şervan Heleb ê di 10’ê Çileyê de li Hesekê di encama krîza dil de şehîd bibû, bi merasîmekê ber bi rêwîtiya dawî ve hate şandin. Bi hezaran şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrafiyê beşdarî merasîmê ya li bajarê Heleb ê bûn. Ji ber merasîma cenaze kargeh hatin girtin. Şehîd Şervan zêdetirî 30 salan li herêmên cuda yên Kurdistanê şer kir.

Gel cenazeyê Şervan Heleb ji Nexweşxaneya Xalid Fecir a Taxa Şêxmeqsûd wergirtin û berê xwe dan goristana şehîdan. Tevî baran û hewaya sar jî bi hezaran kes beşdarî merasîma cenazeyê Şervan Heleb bûn.

Ji fermandarên YPJ'ê Rojda Efrîn li goristana şehîdan axivî û got, "Şehîd Şervan li 4 parçeyên Kurdistanê li ber xwe da û ji bo parastina gelê xwe têkoşiya. Em ê xwedî li berxwedana Şehîd Şervan derkevin û rêya têkoşînê em ê temam bikin."

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrînê Xedîce Îbo jî got, “Dema em navê şehîd Şervan bi bîr tînin, têkoşîna şoreşê, berxwedana gelê xwe, taxên Şêxmeqsud û Eşrafiyê û berxwedana Efrînê tên bîra me. Şehîd Şervan 30 sal zêdetir e têdikoşiya. Bi fikir û felsefeya Abdullah Ocalan bi sedan şervan perwerde kir.”

Endama Komîsyona Perwerde û Hînkirinê ya Civaka Demokratîk Zekiye Mistefa nameya şehîd xwend û radestî malbata wî kir.

Piştre jî cenazeyê şehîd Şervan Heleb hat veşartin.