Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser binesaz û navendên saziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Benzînxaneya Tirbespiyê û bendava Dêrikê careke din bûn hedefa êrîşan.
Piştî êrîşan gelê Tirbespiyê, navçeya Çilaxa, bajarê Dêrikê û navçeya Girkelege ya Kantona Cizîrê herikîn qadan.
Meşên girseyî yên bi şiyara "Em ê li dijî êrîşên dewleta Tirk li ber xwe bidin”bi beşdariya saziyên sivîl, Kongra Star, Meclîsa Malbatên Şehîdan, Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan û nûnerên partiyên siyasî jî di nav de bi sedan kes, pêk hatin.
TIRBESPIYÊ
Şêniyên Tirbespiyê bi daxuyaniyeke çapemeniyê êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmê şermezar kirin. Daxuyanî ji aliyê endamê PYD'ê Ebdulrehîm Hiso ve hate xwendin.
Hiso bal kişand ser polîtîkayên qirêj ên dewleta Tirk a dagirker ku projeya neteweya demokratîk a herêmê dike hedef û destnîşan kir ku armanca êrîşan guhertina demografyaya herêmê û berfirehkirina herêmên dagirkeriyê ye.
ÇILAXA
Meşa ku li Qada Xerbî ya navçeyê dest pê kir, heta Taxa Şehîd Mahsûm berdewam kir.
Hevşaredarê Gel ê Çilaxa û endamê Însiyatîfa Gel Feysel Hesen got, "Em ê têkoşîna xwe bi xwedîderketina li fikrên Rêber Abdullah Ocalan bidomînin."
DÊRIK
Di meşa ku ji Qada Azadî heta Sûka Navendî berdewam kir de Hevserokê Şaredariya Gel a Dêrikê Ciwan Hesen axivî.
Ciwan Hesen bal kişand ser îradeya gelên herêmê ya li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û got, “Vîna gelê ku xwedî li fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan derdikeve, nayê şikandin. “Em ê têkoşîna xwe bidomînin.
GIRKÊ LEGÊ
Meşa ku li Girkê Legê hat lidarxistin ji qada Şehîd Xebat heta qada Şehîd Tehsîn dewam kir.
Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan û Endamê Înîsiyatîfa Gel Mihemed Cemîl diyar kir ku êrîş nikarin vîna wan bişkînin û ew ê têkoşîna xwe berfireh bikin.
Endamê Rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Beraa Faris Xeşo bang li gelê herêmê kir ku ji bo hesabê dewleta Tirk a dagirker dekevin qadan.