Di 2 êrîşên DAÎŞ'ê de 16 leşkerên Sûriyeyê hatin kuştin

Di du êrîşên cuda yên çeteyên DAÎŞ’ê yên li Sûriyeyê pêk anîn de 16 leşkerên Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dan.

Çeteyên DAIŞ'ê li herêma Meheta Salîse (stasyona sêyemîn) ya çolistana Tedmurê ya rojhilatê Humisê êrîşî otobîseke leşkerên hêzên hikumeta Şamê kir, di encamê de 14 leşkerênSûriyeyê hatin kuştin û zêdetirî 19 jî birîndar bûn.

Birîndar ji bo nexweşxaneya Tedmurê hatin veguhastin.

Di heman çarçoveyê de Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku çeteyên DAÎŞ'ê li çolistana Esreya ya rojavayê Reqayê êrişek pêk anî û di navbera wan û hêzên hikumeta Şamê de pevçûn derket ku piştre çeteyên DAÎŞ'ê ber bi navenda çolistanê ve vekişiyan. Di encama êrişê de leşkerekî payebilind û endamekî "Dîfa El Wetenî" hatin kuştin.

Li çolistana Sûriyeyê ji destpêka îsal de ji ber êrişên çeteyên DAÎŞ'ê li herêmên hêzên hikumeta Şamê, rewş ne aram e.