Şahîn Elî bi merasîmekê hat veşartin

Yek ji 4 kedkarên di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Şengalê de şehîd bibû Şahîn Elî bi merasîmekê hate veşartin, gerîlayê YRK’ê Êrîş Berxwedan jî hate bîranîn.

Cenazeyê Şahîn Elî ku di 28’ê Kanûna 2023’yan de li gundê Korê Simoqyê yê Şengalê di encama bomberdûmana dewleta Tirk a dagirker de li ser konê ku karkerên Rojava ji bo gel bîrên avê dikolan de bi 4 hevalên xwe re şehîd bibû, hate veşartin. Li Şehîdgeha Şehîd Dîcle bi merasîmekê li Kobanê hate lidarxistin.

Gerîlayê Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) Êrîş Berxwedan (Sadiq Şêx Ehmed) ê ku di 3’yê Kanûna 2023’yan de di encama êrîşa dewleta Tirk a li ser Pêncewînê de şehîd bibû, hate bîranîn.

Di merasîmê de endama rêvebera Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Şêranê Bedîa Miho axivî û ev tişt anî ziman: "Şervanê me ji bo avakirina civakeke azad ji bo nifşekî tê dikoşiya û rêya berxwedanê dişopand. Lê dijminê xedar li her devera Kurdistanê êriş dike, lê dîsa jî li hemberî îrade û berxwedana  gel û gerîla têk çûye."

Hevserokê Yekitiya Ajokaran Ebduselam Mistefa axivî û wiha got: " Va ye Şervanê me li hemberî duyemîn dewleta NATO'yê berxwedaniyê dike, ew dewlet li çiyayên azad bi bin ketiye, asê bûye û şikestiye. Dewleta Tirk bi hemû teknîka pêşketî êriş dike. lê îradeya me û berxwedana me hemû teknîk û êrşa wê têk dibe." 

Li ser navê malbata şehîd Şahîn Elî, Emîra Elî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker li ser xwîna Kurdan berdewam dike, Geliyê Zîlan, Dêrsim û Komkujiya Koçgirî, bi hemû awayê dixwaze vê neteweyê tune bike û wiha got: "Va ye bi awayekî rojane herêmên me û Herêmên Parastinê yên Medyayê topbaran û bombebaran dike. Binesaziyên herêmê dike hedefa xwe. Lê me soz daya ku em ê xwedî li şehîdên xwe derkevin."

Piştî axaftinê wesîqa şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

Merasîm bi dirûşma" Şehîd namirin" bi dawî bû.