Parêzer Mistefa bang li civaka navneteweyî kir ku li dijî tecrîdê helwesteke cidî nîşan bidin

Endamê Înîsiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo parastina azadiya Abdullah Ocalan Parêzer Cîbraîl Mistefa bang li civaka navneteweyî kir ku li dijî tecrîda li Îmraliyê helwesteke cidî nîşan bide.

Endamê Koordînasyona Însiyatîfa Parastina Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê parêzer Cîbraîl Mistefa ji ANF'ê re axivî û got, "Sepandina cezayên dîsîplînê ya li ser Abdullah Ocalan dewama komploya navneteweyî ye."

Parêzer Cîbraîl Mistefa diyar kir ku fikir û felsefeya Abdullah Ocalan ji bo hemû gelên bindest e û mifteya aştî û îstiqrarê ye û destnîşan kir ku hilweşîna Yekîtiya Sovyetê û kontrolkirina modernîteya kapîtalîst li cîhanê bûye sedema berdewamiya şer, pirsgirêk û xizaniyê. 

Parêzer Cîbraîl Mistefa bal kişand ku fikrên Abdullah Ocalan li dijî fikra modernîteya kapîtalîst e û wiha domand: “Ji ber vê yekê dewleta Tirk tecrîda li ser Rêber Ocalan zêde kir da ku parêzer û malbat nikarin pê re hevdîtinê bikin."

Cibraîl Mistefa diyar kir ku gelek sazî û bi taybet Komîteya Pêşîgirtina Êşkenceyê (CPT) bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li Îmraliyê û wiha pêde çû: "Em dibînin ku tevî hemû binpêkirinên dewleta Tirk ên li ser Rêber Abdullah Ocalan bêdengiya navneteweyî dewam dike."

Di berdewamiya axaftina xwe de Cibraîl Mistefa bang li civaka navneteweyî kir ku helwesteke cidî nîşan bide û wiha got: "Divê civaka navneteweyî rêzê li Peymana Neteweyên Yekbûyî û Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan bigire, ji ber ku Tirkiye derbarê şexsê de Rêber Abdullah Ocalan û mafên gelê Kurd de Peymana Neteweyên Yekbûyî û Danezana Mafên Mirovan a Gerdûnî binpê dike.”

Cibraîl Mistefa bi bêr xist ku ew di pêvajoya parastina azadiya Rêber Abdullah Ocalan de ne û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Weke Înîsiyatîfa Parêzerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetirî hezar û bîst û pênc îmze me kom kirin û ji saziyên navneteweyî re şandin."