Rusyayê ragihand ku li Sûriyeyê 200 çete kuştine

Rusyayê ragihand ku di êrişeke hewayî de ya li nêzî bajarê Palmira yê Suriyeyê, herî kêm 200 çete hatine kuştin.

Artêşa Rus bi daxuyaniyekê ragihand, ku li bakurrojhilatê bajarê Palmirayê, li dijî kampekê êrişeke hewayî ya berfireh hatiye kirin.

Li gorî daxuyaniyê, li herêma navborî çete hebûn û ji bo li Sûriyeyê di êrişan de bi kar bîne, teqemenî amade dikirin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku di encama vê êrişê de derdora 200 çete hatine kuştin, 24 pîkapên bi çekên giran hatin dagirtin, 500 kîlo cebixane û madeyên teqemeniyê hatine îmhakirin.

Li gorî artêşa Rus, 'pêkhateyên çekdar ên neqanûnî' beriya hilbijartinên serokdewletiyê yên 26'ê Gulanê dixwestin ku li dijî avahiyên cemaweriyê êrişan bikin û bi vî rengî welêt 'nearam' bikin.

Ji sala 2011'an dema destpêkirina şerê navxweyî û vir ve li Sûriyeyê herî kêm 380 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan, bi milyonan kes jî li nava welêt û derveyî welêt penaber bûn. Serokdewlet Beşar Esad hindik mabû li pêşberî komên cuda kontrola welêt ji dest bide, lê sala 2015'an bi destwerdana Rusyayê re li gelek wîlayetan careke din kontrol bi dest xistibû.