Rûsyayê destûr da, Tirkiyeyê bi 69 balefiran êrîş kir

Rûsya û Tirkiyeyê li hev kirin. Artêşa dagirker a Tirkiyeyê bi 69 balefiran êrîşî Efrînê kir.

Artêşa Tirk a dagirker îro saet di 16.00’an de bombe li ser Efrînê barand. Balefirên şer ên Tirkiyeyê navenda Efrînê, Şera, Şerawa, Raco û Bilbilê kirin hedef û êrîşên balefiran didome. Balkêş e ku raya giştî ya cîhanê jî bêdeng e.

Piştî ku Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan qala êrîşa li dijî Efrînê kir, yek ji meseleya ku zêde dihat nîqaşkirin ev bû ku ‘Gelo wê Rûsya destûrê bide operasyonek bi sînor an na.’

Di encama êrîşên hewayî de yên li dijî Efrînê yên ku vê êvarê dest pê kir, li gorî agahiyên pêşîn 3 jê bi giranî, 2 zarok jî di nav de 10 sivîl birîndar bûn.

Çavkaniyeke leşkerî yê payebilind diyar kir ku li ser maseya ‘bazarkirina Efrîn-Îdlîbê’ destûr hatiye dayîn û bi 69 balefiran êrîş hatine kirin.

Piştî destpêkirina bomberdûmana balefirên şer ên Tirkiyeyê, Rûsyayê hêza xwe ya leşkerî ya li Efrînê bi paş ve kişand. Li gorî agahiyan Rûsyayê ligel Tirkiyeyê hedef diyar kirine. Di nav hedefan de baregeha leşkerî ya Minixê ya li rojhilatê Efrînê û depoyên mazotê yên li Efrînê jî hene.

Piştî êrîşa balefirên şer ên Tirkiyeyê, leşkerên Tirk xwestin ji bejahiya gundê Baliyên a navçeya Bilbilê sînor derbas bikin. Piştî ku YPG/YPJ’ê bersiv dan van êrîşan, dagirkirina leşkerên Tirk a ji bejahiyê hate şikestin

KARAYILAN HIŞYAR KIRIBÛ

Endamê Komîteya Rêveber ê PKK’ê Mûrat Karayilan duh ji Stêrk Tvyê re axivîbû û têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê daxuyaniyên girîng dabû. Karayilan diyar kiribû, dibe ku bi destûrdana Rûsyayê balefirên şer ên Tirkiyeyê mudaxeleyî Efrînê bikin. Karayilan gotibû ku: “Em bang li rayedarên Rûsyayê dikin û em bawer in ew ê Rûsya nebe hevkarê vê plana qirêj a Tirkiyeyê. Heke mudaxeleyek were kirin, ew ê ji bo dewletên mezin ev tişt bibe xayîntî. Li wê derê leşkerên Rûsyayê hene, alîkarî dane hêzên YPG û QSD’ê. Ango bi awayê fermî dibêje ku em piştgiriya we dikin. Heke rê li ber balefirên şer ên Tirkiyeyê veke, ev dibe xayîntî.”