Rûsyayê bi dehan zarokên çeteyan wergirt

Rûsyayê ragihand ku wan bi dehan zarokên çeteyên DAÎŞ'ê yên li Iraqê di girtîgehê de ne wergirtiye.

Wezareta Tenduristiyê ya Rûsyayê ragihand ku 32 zarokên jinên DAÎŞ'î yên li girtîgehên li Iraqê ne vegerandine welatê wan. Di daxuyaniyê de hate gotin ku dayikên zarokan ji endametiya DAÎŞ'ê girtîne yan jî hîn jî tên darizandin.

Di daxuyaniya wezaretê de hate ragihandin ku zarokên anîn Rûsyayê ji bo kontola tenduristiyê sewqî nexweşxaneyê hatine kirin.

Bi koma dawî re hejmara zarokên ku ji Kanûna 2018'an ve birine Rûsyayê gihîşt 122 kesan. Temenê wan zarokan ji 1 heta 12 salî ne. Rûsyayê herî dawî di Tîrmehê de komek ji zarokan vegerandibû.

Piraniya çeteyên ji derveyî welat tevlî nava DAÎŞ'ê bûn ji Rûsyayê ne. Bi giranî jî ji Çeçenistan û welatên Kafkasyayê ne.

Tê gotin ku piraniya wan li Iraq û Sûriyeyê hîn jî 2 hezar zarok û jin ên çete hene. Herî dawî Dîrektorê Giştî yê rêxistina îstîxbaratê ya Rûsyayê FSB'ê Aleksander Bortnîkov bi daxuyaniyekê hişyar kiribû ku vegerandina hemû hevser û zarokên çeteyên DAÎŞ'ê wê ji bo wan rîsk be.