Rûsyayê ji Behra Spî li Palmîra xist
Rûsyayê ji keştiya xwe ya şer a li Behra Spî bi moşekan li mewziyên DAIŞ’ê yên li Palmîrayê xist.
Rûsyayê ji keştiya xwe ya şer a li Behra Spî bi moşekan li mewziyên DAIŞ’ê yên li Palmîrayê xist.
Moşek ji firqeteyna Amîral Essen û ji keştiya jêr-zeryayê Krasnodarê hatin avêtin.
Wezareya Berevaniyê ya Rûsya ragihand ku li nêzî Palmîrayê bi 4 moşekên Kalîbrê li kozên DAIŞ’ê xistine. Li gorî wezaretê moşek tam li hedefên xwe ketine.
Wezaretê her wiha got, ‘’Vê operasyona serketî nîşan da ku keştiyên şer ên Rûs her kêlî amade ne ku êrîşê bikin’’
Berdevkê Kremlînê Dmîtrt Peskov jî diyar kir Wezareta Berevaniyê têkildarî mijarê Serokdewletê Rûsya Vîladîmîr Putîn agahdar kiriye.
Hate gotin Rûsyayê beriya êrîşê DYE, Tirkiye û Israîl agahdar kiriye. Rûsya li dijî hedefên li Sûriyê ev cara çaran e ku moşekan bi kar tîne.