Rûsya di mijara jinûve avakirina Sûriyeyê de para mezin dixwaze

Rûsya ku di şerê navxweyî de piştgirî da rejîma Beşar Esad û kir ku rejîm beşek ji axê vegerîne, niha jî ji bo jinûve avakirina welêt hewl dide di 'projeyên mezin ên aboriyê' de derkeve pêş. Xuya ye wê di vî warî de para mezin bigire.

Hatibû ragihandin ku heyeteke mezin a ji Rûsyayê ku karsaz jî di nav de bûn, duh serdana paytexta Sûriye Şamê kiriye. Hat gotin, heyeta bi serkêşiya Alîkarê Serokwezîrê Rûsyayê Dîmîtrî Ragozîn, li ser karê jinûve avakirina welatê ku ji şerê navxweyî yê 7 salan zerareke mezin dîtiye, axivîne.

RÛSYA WÊ DI 'PROJEYÊN MEZIN ÊN ABORIYÊ' DE CIH BIGIRE

Rûsya ku ji destpêka şerê navxweyî ve piştgiriyê dide rejîma Esad, ji Îlona 2015'an û pê ve jî bi leşkerên xwe tevlî şer bû. Bi piştgiriya Rûsyayê, rejîma Esad di serî de Heleb û Dêra Zor, axa di destê xwe de bi du qatan zêde kir.

Tevî ku hê li gelek herêman komên Îslamî yên tund ên dijberê Esad hene jî, xuya ye dem hatiye ku Rûsya berdêla aboriyê ya piştgiriya ku daye bigire. Serdana ku duh hate kirin nîşan dide ku di berdêla desteka leşkerî de, di serî de binesazî wê projeyên jinûve avakirinê ji aliyê Rûsyayê ve werin meşandin.

Beşar Esad ji ajansa Sanayê re axivî û anî ziman ku di hevdîtina bi heyeta Rûs re li ser 'projeyên girîng ên razemeniyê hatiye axaftin'. Esad diyar kir ku tevî çavkaniyên petrol û madenê yên li welêt, wê di mijarên ragihandin û bazirganiyê de jî hevkarî were kirin.

'ÇAVKANIYÊN BÊ SÎNOR' WÊ BÊN BIKARANÎN

Her wiha tê destnîşankirin ku wê 'çavkaniyên bê sînor' ên li welêt bên bikaranîn. Alîkarê Serokwezîrê Rûsyayê Dîmîtrî Ragozîn ji ajansa Rîa Novostî re axivî û got, "Sûriye welatekî welê ye ku çavkaniyên xwe bê sînor in. Mafên exlaqî yên şîrketên Rûs hene ku li vê derê projeyên berfireh ên aboriyê bixin meriyetê."

Ragozîn ragihand ku di nava heyetê de dîrektorên şîrketên mezin ên Rûsyayê hene. Rayedarên Sûriyeyî jî tenê gotin, ew dixwazin bi Rûsyayê re bixebitin.

Armanca Rûsyayê ye ku hemû kapasîteyên enerjiyê yên li Sûriyeyê 'li rewşa xwe ya berê vegerîne'.

MADENKARIYA HEVPAR, BIKARANÎNA ÇANDINÎ Û BENDERGEHAN

Xuya ye ku Rûsyayê di projeyên jinûve avakirina Sûriyeyê de li pey para herî mezin e. Tê gotin ku Rûsya wê li qadên madenê, projeyên enerjiyê, çandinî û bazirganiyê bi bandor be.

Li gorî agahiyên hatin da yin, wê di navbera Rûsya û Sûriyeyê de ji bo xebitandina madenên fosfatê şîrketeke hevpar bê avakirin.

Her wiha ji bo firotina genim û hin berhemên çandinî ji Rûsyayê ji bo Sûriye, Iraq û welatên din ên herêmê, wê bendergehên Sûriyeyê bên bikaranîn.