Rûspiyên eşîrên Reqayê cejna Newrozê li tevahî gelên herêmên Bakur û Rojhilatî Sûriyeyê pîroz kirin û bal kişandin ser biratiya gelan û hevgirtina wan ya bi hev re û gotin, "Daxwaza me ya sereke ew e ku Rêberê gelan Serok Ocalan bi me re beşdarî newroza sala bê ya 2023'an bibe."
Li Reqayê bi dirûşma "Bi vîna gelan em ê Newroza 2022'an bikin Newroza azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan" bi beşdariya şêniyên Reqa û Dêra Zorê şahiyek ji bo Newrozê hate lidarxistin.
Rûspiyê Eşîra Elsebxa Mihemed Tirkî Elsû'an ji ANF'ê re got, "Em rûspiyên Reqayê cejna Newrozê li tevahî gelên herêmê, yên ku xwedî li fikir û ramanên rêber Apo yên biratiya gelan û hevjiyana azad derketine, pîroz dikin. Hêvî û daxwaza me ya mezin ew e ku Rêberê gelê Kurd Serok Ocalan azad bibe û li gel me tevlî şahiya Newrozê ya 2023'an bibe."
Mihemed Elsû'an bi berdewamî got, "Em eşîrên Ereb li herêmên Bakûr û Rojhilatî Sûriyeyê yekbûyîna xwe bi gelê Kurd re didin diyarkirin û hevjiyana azad û biratiya gelan wê her û her ji me re bingeh û esas be. Careke din dubare dikin cejna Newrozê li tevahî gelên bindest û azadîxwaz pîroz be."
Rûspiyê Eşîra Elxanim Elzahir Şêx Mustefa Elebdî jî got, "Cejna Newrozê hevgirtin û biratiya gelên herêmê bi hev re ji me re dide xuyakirin, ji ber ku di vê cejnê de hemû pêkhateyên herêmê têne ligel hev û pev re tevlî nava şahiyan dibin."
Mustefa Elebdî dawî li gotina xwe anî û got, "Gelek rûspiyên Eşîrên Ereb tevlî vê şahiyê bûn ji ber ku em yek gel in, çarenûsa me jî eynî çarenûs e û nêrîna me jî yek nêrîn e di derbarê komplo û pilanên qirêj de."