Rûspiyên eşîrên Reqa û Tebqa: Rejîma Sûriyê bi sîxurên xwe li fitneyê digere

Rûspiyên eşîrên Reqa û Tebqayê red kirin ku ew bi Şamê re li hev hatine û girîngiya lihevhatina bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk re destnîşan kirin. Rûspiyan gotin, ''Divê rejîma Sûriyê lêborînê ji gelê Sûriyê bixwaze.''

Rêveberiya Şamê li ser malperên medyaya dijîtal eşkere kiribû ku wê rê li ber lihevkirinên siyasî û leşkerî ji xelkên bajarê Reqayê re vekin. Rûspiyên eşîrên bajarê Reqa û Tebqayê ev fitneya hikûmeta Şamê red kirin û diyar kirin hikûmeta Sûriyeyê hewil dide bi vê  nakokiyan di navbeyna gelên herêmên Bakûr-Rojhilatî Sûriyê û pêkhateyên wê de çêbike. Ji ber vê, nûnerên eşîrên Ereb li cem şêxê eşîreya El-bû Şeban vehewiyan û daxuyaniyek dane raya giştî.

Daxuyanî ji hêla Şêxê eşîra Elbû Mani` Mihemed Casim Elewad ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin,"Di guherîn û veguherînên dîrokî de ku Sûriyê deh salan ji ji kirîz, wêranî, koçberî û xwînrijandinê derbas bû, ev sal jî ji bo hemî pêkhateyên Sûriyê saleke giran bû, ku malek ji wêrankirinê nefilitî û malbatek ji xwînrijandinê û destgîrkirinê nefilitî. Sûrî xwedî şaristanî, çand û dîrokek pir dêrîn bû lê niha bûye bingeha mêtingerî û nîjadperestiyê. Ji hêzên biyanî re bûye qadeke ku xirecirên xweyî ne exlaqî li ser pêk tînin û pirsgirêk û astengiyên xweyî ku bi salan domandiye li ser çareser dikin. 

Her wiha netew li hev kom bûn û berhemên Sûriyeyê talan û wêran kirin, xwîna gelên wê rijandin. Her tiştê ku qewimî û Sûriyê gihaşt vê rewşa divabû ku gelê Sûrî û pêkhateyên wê bibin yekdest û dimildest li dijî van kêşeyan tevbigeriyana. Tevî hemî hewildanên ku me ji bo hevgirtina Sûriyeyê û avakirina Sûriya demokrat û azad pêk anîn da ku gelên Sûriyeyê bi awayekî hevgirtî û komînal, herwiha dûrî ezezîtî û nîjadperestiyê bijîn. Jixwe piştî ku Hêzên QSD`ê Bakûr-Rojhilatî Sûriyeyê bi temamî ji terorê rizgar kir û destûr da Encûmena Sûriya Demokratîk ku bibe sîwana me ya siyasî ji her danûstandinên navxweyî û derve re ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk, azad û xweser. Herwiha piştî hin hewildanên Encûmena Sûriya Demokratîk ji bo lihevkirinên siyasî bi rêveberiya Şamê re, lê ev lihevhatin berdewam nekirin, sedem jî ew e ku deshilata Sûrî ti çareserî ji bilî dorpêçkirina ewlekarî û leşkerî nabîne".

Daxuyanî wiha berdewam kir: "Ji bo vê em bang li gelê xwe dikin ku bi giraniya qonaxê bihese û bi dadwerî li ser rûdanên li ser xaka Sûriyê hukum bike. Her wiha piştî ku deh sal bi şer û kuştin li ser destê rêjîma Sûriyeyê derbas bûne û bi rêya sîxûrên xwe ve hewil dida ku fitne û nakokiyan di navbera pêkahateyên herêmê de pêk bîne, êdî ji ber vê yekê em lihevhatina bi hikûmeta Sûrî re red dikin.

Helbet divê rêjîma Sûriyeyê lêborînê ji gelê Sûrî bixwaze û piştre deriyê danûstandinê bi awayekî cidî veke, ku hemî pêkhate cihê xwe di nava vê guftûgoyê de bigirin. Careke din em wê yeke diyar dikin ku heya parçeyek ji Sûriyê dagirkirî be ji bo rizgarkirina wê em ê têbikoşin, herwiha divê em li dijî hemî astengî û pirsgirêkan dimildest tevbigerin heya ku em sekeftinê bi dest xînin û jiyaneke wekhev ji hemî gelên Sûriyê re pêk bînin".