Rûpelek ji Destana Serdemê: Efrîn

Gelek caran pênûs diwaze xwe li cihên cuda bike mêvan, da ku bikare bê êş û elemên heyî tarif bike nîşan bide. Ev kêliyên nivîsê weke demhûriye, kî here hûr di kûrahiya dilê min de timî şopên xwe dikole.

Yên dixwazin Kurdên sedsala 21’an nas bikin, bila berê xwe bidin berxwedaniya li Efrinê tê meşandin, wê bibînin ku şervanên Ereb û Kurdan çawa li ber xwe didin û rastiya Kurdan bi her kesê dane nîşan kirin.

Ew ne yek in, ew bi sedan in, ew nûnerên vîna Kurdên azad in, ew zarokên leheng ên gelê di hemû berbangê de di nava giyanê Kurdên azad de şax didin û di Rojhilata Navîn de şewq didin. Belê, di kesayeta Efrînê de gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê li ber xwe didin. Jinên welatparêz li ber xwe didin û li hemberê gemarên, pênc hezar salan serî hildidin.

Ka em dîsa vegerin kolanên wî bajarê ku di sedsala 21’an de wêran bûye, çi karasat bi ser de hatiye, dibe ku rewşa wê bajarî birîna dilê me kûr bike, çavên me tejî rondikên bixwîn bike. Ji ber ku axa dapîr û bapîran bi me her roj şîrîntir dibe, keda dayikên Kurdan jî wekî şêran radikin çekên rûmetê û dadikevin kolanan. Ji bo ku biparêzin namûs û şerefa xwe, tenê bi vî şêwazî em radikin tola şehîdan.

Paqij bikin hemû paşverûtiyên cîhanê û bibin layîqî gulên destê zarokan ên dibin ser gorên şehidan. Diherikin dayikên dil bi xwîn ji bo bêhna zarokên agir ji şehîdlîka Kaziklî bigre. Şehîd Seydo bi axa xwe ya zêrîn hembez kir mevanê xwe. Ev ceng şerbetê malên hemû dayikan bû, da ku bi şêrîn bûyîna xwe hîn bi wate dibe. Heta ku pehlewanên Kurd û Kurdistanê hebin wê bidin herikandin, bidin guhertin rûpelên dîroka serdestan, wê bidin nivîsîn rojên cenga zarokên welatê agir û rojê. Ji ber ku ew bi yek dilî, di çeperan de cihên xwe digirin. Carna, dibin volqanên çiyayê agir û ditirsînin çavên neyarên mirovahiyê. Belê, welatê me talan û wêran kirin, berhemê wê jî bi xwe re birin, darê wê şikandin kaniyên wê miçiqandin û zeytûnê wê tine kirin. Hewara dayikên me bilind bû, gihişt baxçeyê evîna Manî. Dengê wan dayikan gihiştin guhê Marya yê xwe avêtin bextê Miryema keç û jinê xwedî dîroka paqij. Belê, dengê hewara jinên Efrînê gihişt gund û bajarên Kurdistanê, werin em bi hev re li awazên zarokên welatê min , qerîna dayikan guhdar bikin.

EFRÎN BÛ AWAZA DENGÊ ŞOREŞA ROJAVA DI QDA ŞERÊ 58 ROJAN DE

Xwediyê çiyayê bedew û çeleng, tu dizanî ku te cihê evîna xwe di dilê hemû cîhanê de çêkiriye. Va ye, bûye çend roj in ku em digerin , me bi çi û çawa ji te hezkiriye, lê ya rastî hîn jî ev evîna bê dawî raza hebûna xwe diparêze ji ber hebûna te bedelê hemû rastiyên jiyana te ye . Tenê nebûna te dikare dilê me birîn bike jî ji derveyî wê ti tiştê dilê me birîn bike û me birîndar bike nîne. Ey Efrîna dildar;

Êdî Kurd, jiyanê ji nû ve bi wate dikin û hemû bê wate b ûyîna heyî parçe parçe kirin. Di nava giyan û dilê xwe de her sibehê hemû zarok, dayik, bav, xwişk, bira dema ku radibin destpêkê rojbaşê ji Efrîna xwe yê bêkes mayî re dikişînin û piştre jî ji hev re dibêjin, Rojbaş...!

Dema ku evîna rojê li ramanên mirî dide, ji nû ve şîn dibin evîna zarokên Efrîniyan û li bendê dimînin ji bo ku biharên çiyayen Efrînê bi hev re bijîn. Ew gelek bêriya welatê ku hatiya wêran kirin dikin. Her çiqasî wêran jî bibe lê, cihê wê di nava can û giyana gelê Kurd de nûjen dibe. Her ku zarokên Efrînê li ber konan radiwastin û dixwazin bi diranên xwe, wan konan rakin û Efrînê himbêz bikin. Binêre; çiqas berf jî bibare û çiqasî baran jî bibare lê bi navê te û hezkirina te zivistan nayê, berf û baran nabare ey welatê roja mirin!

Hezkirina te ewqasî giranbûha ye ez dixwazim ku navek li te bikim lê, di rûpela lênûsa min de peyvên ku vî navî bêjim nabînim. Bawer bike; carna tenê ez destên xwe didim ber rûyê xwe rudinim û li berxwedaniya te temaşe dikim. Carna jî dixwazim ku bibim pêpûlek ser qaşeyê bajarê te yên xerabûyî û bi çavên xwe yên berê li ditina te temaşe bikim. Carna jî dixwazim bibim teyrek, li ser gorên şehidên te re bifirim û silavên hezkirina hemû gelan bigihnim wan. Carna tu bûyî mevanê xewnên min û carna jî tu bûyî bayê biharan, te xwe li têlên barên şervanên azadiyê bida û bêhna wan jî min re bigihandaya. Carna jî tu bûyî rondikên ser hinarokên rûyê zarokekê Efrînê û bayê sibatê li te dida û di bû qeşaya hezarî salan, carna jî dibûyî lingên zarokên Efrînê, yê tazî û pêxwas li Şêrewa re derbaz dibûn û li pey xwe şopên xwina sor dihiştin. Carna jî tenê dengê dayikan li ber wê sînorî bilind dibûn birçî û tazî. Ji bo azadiya xwe dibeziyan weke suwariyan. Ji dîtina te geş dibe pelên darên zeytûnê, dîsa çiyayê Kurmenç wekî hîlala zerîn di nava dilê xwe de te mezin dibû. Ji bo tolhildana te rondikê dayikan dibe kîna hember dijmin û soz dide, da ku govendên azadiyê li meydana Kawa yê hemdem bigerînin. Bi azad kirina te re, wê geş bibe ava Meydankê wê biherike ber bi azadiyê.

Ev bûye çend roj ez li peyvan digerim ji bo bikarim van hestan bi çend gotinan an ji bi çend danesînan Efrîna rengin penase bikim. Ji ber ku çemê evîna Efrinê di nava dilê birindaran de cihê hêlîna xwe çikiriye. Ne ti doxtor, ne ji ti hekim û loqman nekarin derman bikin vê birinê agîrê di bedena min de pêketî, ne barana Nisan ê ne berfa Sibatê lorina dayikan hewara erd û asîmanan ne ji peyvên helbastan romanên dîrokî û awazên ku tên gotin nikarin derman bikin. Di her demekê de ev êş xwe nû dikin, carna di bin çemên bênav diherikin û diçin, li navê hebûna xwe digirin serî radikin û meydan dixwînin ji bêbextî ya dirokê re. Vê carê dilê min serî radike li hemberê van rûreşiyên tên jiyin. Dilê min bi lêdana xwe re peyvên nû dinîvîsîne helbestan, dixwine stranên jiyan ê. Diqulbine li şûna axînên bê wate evîna rast. Distirê ji bo welatê kevnar yê ku her dem di bîra xwe ya kûr de navên xwedawandan diparêze. Bi çanda xwe ya kevnar wa ye li bendeye ku wê rojekê bê ditin û ji bo wê kirasê rastiyan li xwe bike, bi govendên xwe yên ku di nava wê de xemla xweşik û delaliya me ya veşartine wê rojekê di berbangê de şewq bidin. Desmalên di destên xwe de bihejinin ji bo van rastiyan bijîn, wê demê dayikên me yên dil bi êş li ser delaliyên xwe bililînin û meydan ji hemû peşverûtiyan re bixwînin. Wê êdî cihê ku bêziman mayî wê bi ziman bibe, wê navên nayên gotin edî wê bibe helbestên ser zimanan û wê Rojhilata Navîn bibe cihê heviyan, bibe cihê rûmeta gelan, şewqa xwe bide hemû jiyanê û zindi bike hemu ruh û bedenan. Cardin li ser van axên bi bereket, pîrozbûna xwedavendên me ronî bike. Ev der cihê xwedawend û xwedaya ne. Ma ne; welatê pêxembara ne, cihê dîtina rastiya ne, hêskirina dengê heqiqeta jin û dayika ne. Ev der cihê ku li nav û hebûna xwe gihandinê ye. Îro jî navê Efrîn ê bûye dildariya hemû gelan, bûye cihê hebûna azadiyê, îro jî her kes dixwaze bibe zarokek di hemeza dayikên Efrînê de û di hembêzan de çîrokên Efrîn ê guhdar bike. Ji bo gelê xwe bibe keç û xortên fedayî, di xeta şehidên şoreşê de, bibin canfedayên birûmet. Roj cihê dîtina vejinê ye. Ma çawa dibe ku di demek kin de ewqasî dikarin serî radikin, ji ber ku gelê herî kevnare xwedî kok û çande.

Serî didin û welat nadin. Ev rastiyên ku tên jiyîn, kê ev gel fêr kir em deyndarên wî ne. Ji ber vê rastiyê rojê hezar carî em dibijên an bi wî re jiyanek bi rûmet na ji mirinek bi wete û li derveyî vê em tiştekî din napejirînin. Ma ez bi vê pênûsa xwe ya xembar û şikestî, çewa dikarim wê keça welatê xwe pênase bikim û bînim ziman, ez dema dibêjim keça Efrinê Avêst ye. Rastî tiştên ku mirov gelek caran dijî, nikare nav li wan bike. Tenê yê wan tiştan jiyayîn û his dikin wan dizanin û xweşiya wan dibin lêvan de dimîne. Wê demê peyvên li gel min hemû dibin penaber û bar dikin ji vî welatî û diçin bajarên xerîbî yê. Wan deman di quncikên birînên min yên kûr de li ber bedewiya wê keça Efrînê peyv namîn in.

Te disa xwe parast, bi xwina şehîdên xwe yên ku tu parasti ne tang û topên we nebûn. Ê ku te parastin, dilê mirovên azadîxwez bûn. Ên ku te bi tenê nehiştin keç û xortên te yên xwediyê dilên mezin bûn. Bizane ey Efrîn . Yên te parastine şervan şagirtên Apo yî bûn, rêhevalên Şervan Armanc û Barîn bûn. Ew pakrewanên vê axê bûn. Dostên Derwêş û Êdulan bûn. Ji ber vê sonda azadiya te dabûn ji hemû mirovahiyê û gotibûn em ê te dîsa bikin bûka hemû cihanê çiqas te talan bikin ji lê dilê tê mezin lê dide, wê nikaribin şitlên darên te ji kokê ve rakin ey bajarê şehîdan te koka xwe berdaye kûrahiya vê axa bi bereket Efrînê. Ma tu hêza xwe ji kê digiri ma çima tu ewqasî xwe lê ber dilê min giran dike ey Efrînê.

BI DENGÊ DILÊ XWE EZ Ê BÊJIM

Karkirê nemir xortê çelengê Efrîn ê bû .

Piştî çûna te gelek rojên welatê me dinaliyan rêhevalê Karker we ke roja ku ti canan naçe ava ewqasî şewq dida rêhevalên xwe û şewq dida gelê xwe her dem rûken bû her kes nikare şewqa di giyanê xwe de bide derdorên xwe, lê rêhevalê Karker bi sekna xwe bawerî dida ew xweşiktiya di nava giyanê wî de diherîkî û wi dikarî yê yekê derbasî hemû rêhevalên xwe û gelê xwe bike. Dema ku mirov hevalê Karker bidita beriya ku mirov pêre rûne û niqaş bike mirovan jê hez dikir û cihê xwe di nava dilê mirovan de çêdikir.