4’emîn Kongreya TEV-DEM’ê vê sibehê bi dirûşmeya “Çanda demokratîk bi saziyên demokratîk bi pêş dikeve” li Navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya bajarokê Rimêlan a Qamişloyê dest pê kir.
400 delege tev li kongreyê bûn. Di kongreyê de beşdaran îşaret bi berfirehkirina meclisa giştî kir ku 64 endaman bibe 80, da ku xwe bigihînin beşeke mezin ji pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.
Di kongreyê de Xerîb Hiso û Rûken Ehmed ji bo hevserokatiya TEV-DEM'ê hatin hilbijartin.
RÛKEN EHMED KÎ YE?
Rûken Ehmed ji bajarê Kobanê ye. Sala 1993’an tevlê xebata şoreşgerî dibe û li hemû bajar û herêmên Rojava û Sûriyê, ji wan Minbic, Şam û Helebê dixebite.
2005’an tev li Kongra Star dibe û bi armanca pêşxistin û xurttkirina jinan, nexasim jinên Ereb û Suryan roleke aktîf dilîze.
Rûken Ehmed sala 2011’an bi awayekî fermî tev li TEV-DEM'ê dibe, di vê çarçoveyê de jî asta têkoşînê xwe bilind kir da ku civakê pêşde bibe. Rûken Ehmed wekî endama rêveber a Kongra Star û TEV-DEM jî kar û xebat meşandiye.
Bi avakirina Rêveberiya Xweser a Kobanê re di 27’ê Çileya 2014’an de wekî cîgira hevserokatiya meclisê tê hilbijartin û di sala 2016’an de dibe cîgira hevserokatiya Rêveberiya bajarê Minbicê. 2020’an tev li Partiya Sûriya Pêşerojê dibe û wekî cîgira Sekretêra Giştî ya Partiyê tê hilbijartin.
Herî dawî ji bo hevserokatiya TEV-DEM'ê hate hilbijartin
XERÎB HISO KÎ YE?
Hevserokê Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Xerîb Hiso ji civata êzidî ye. Hiso sala 1967'an li gundê Qestel Cindo yê Efrînê jidayik bûye, zewicî ye û bavê 4 zarokan e, hevjîna wî hevseroka Meclisa Yekitiya Êzidiyan a Efrînê ye.
Hiso xwendina xwe ya seretayî û navîn li dibistana gund qedand. Di dibistanê de ciwanan li ser fikirê azad û felsfeya neteweya demokratîk birêxistin dikir.
Xerîb Hiso di sala 1984'an de an ku bi destpêka avabûna Tevgera Rizgariya Kurdistanê beşdarî xebatên siyasî û şoreşgerî dibe. Li ser vê yekê dibêje, li ser esasê têkoşîna li hemberî pergalên dîktator ên dagirkerên Kurdistanê yên ku binpêkirin û sûcên qirkirinê li dijî gelê Kurd û tevahî pêkhateyên Kurdistanê dimeşînin beşdarî tev li xebata şoreşgerî bûye.
Hiso di rêwîtiya xwe ya têkoşînê de 3 caran ji aliyê rejîma Şamê ve hate girtin. Cara dawî di sala 2011'an de bûn ku bi mehan di girtîgehê de ma.
Bi destpêka Şoreşa Rojavayê Kurdistanê- Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, Hiso xebatên xwe yên şoreşgerî û rêxistinî fireh dike, li bajarên Heleb, Bab û kantona Şehbayê civîn li şêniyan re li dar dixe û wan bi doza kurdî, fikirê neteweya demokratîk dide nasîn, her wiha bang li tevahî gelan dike ku li hemberî zulmê hevgirtinê ava bikin.
Hiso roleke sereke di avabûna Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) di sala 2003'an de list û yek ji endamên wê yên sereke bû ku bi westand li gelek herêman bi taybet li Hesekê xebitî.
Hiso 4 salan erka nûnertiya PYD û TEV-DEM'ê li Başûrê Kurdistanê pêk anî. Fikir û felsefeya partî û tevgerê û doza kurdî şoreşa Rojava bi xelkê wir dida nasîn. Her wiha têkilî bi gelek partî û tevgerên kurdan ên li Başûr û Iraqê ava kir.