Yek ji deverên ku dewleta Tirk di 15'ê Sibatê li Şehbayê êriş bir ser, derdora kampa Romanên Efrînî bû. Romanan diyar kirin ku dewleta Tirk bi rêya bombardûmanê dixwaze wan ji Şehbayê derxînin, ji Efrînê jî dûr bixînin û gotin, "Ji ber ku dixwazin Efrînê bi Tirkiyeyê ve girê bidin. Lê belê em ê ji Efrînê dûr nekevin, em dixwazin Efrîn azad bibe."
Dewleta Tİrk a dagirker di salvegera 23'emîn a komploya navneteweyî de 15'ê Sibatê danê nîvro dest bi êrişê kir û tevahiya rojê bombe li Şehbayê barand ku zêdeyî 100 hezar Efrînî lê ne. Di encama bombardûmanê de 5 sivîl birîndar bûn ku sê ji wan zarok in. Her wiha derdora kampa Romanên Efrînî yên ku xwe weke Koçer pênase dikin, hate bombekirin.
Romanên Efrînî ku şêniyên taxa Koçerayê ne, beriya Şoreşa Rojava li gel hewldanên rejîmê jî ne tevlî nava sîstemê bû, ne jî kolana xwe belav kirin. Romanên Efrînî ji destpêkê ve cihê xwe di nava Şoreşa Rojava de girtin. Di sala 2017'an de jî hevserokên komunan ji nava xwe derxistin. Dema ku dewleta Tirk di 20'ê Çileya 2018'an de ji bo dagirkirina Efrînê dest bi êrişê kir, Koçer jî 58 rojan ji bajêr derneketin. Piştî ku Efrîn hate dagirkirin wan jî mîna 300 hezar Efrîniyan koçî Şehbayê kirin. Koçerên ku li Efrînê li kolana Koçera û taxa Eşrefiyê diman, red kirin ku li Efrîn a dagirkirî bimînin. Koçer 4 sal in li Şehbayê ji 7 heta 70 salî li dijî êrişên dewleta Tirk li ber xwe didin û diyar dikin ku li gel êrişan jî wê dest ji Efrînê bernedin û ji bo vê jî li Şehbayê berxwedana xwe dewam bikin. Li Kampa Efrînê (Kampa Koçeran) a ku 700 kes lê ne, Koçeran qala êrişên dewleta Tirk ên 15'ê Sibatê û berxwedana xwe kirin.
'ÇI DIKIN BILA BIKIN EM Ê JI EFRÎNÊ DÛR NEKEVIN'
Emîne Kemal Mûhammed ku kurê wê şehîdê Efrînê ye wiha axivî: "Em Koçer in. Erdogan 58 rojan bi balafiran bombe li me barand. Em neçar man ji Efrînê derkevin û hatin Şehbayê. Doh bi şev jî zarokên me ji tirsa nekarîn razên. Bombe di ser kampê re bihurîn û li derdora kampê ketin. Erdogan çi dike bila bike, em ê ji Şehbayê dernekevin. Me ewqas şehîd dan. Em ê li ser rêya şehîdên xwe bin, em ê xwîna wan li erdê nehêlin. Em ê li Şehbayê bimînin û rojekê li Efrînê vegerin. Yekane cihê ku rojekê em ji Şehbayê biçin wê Efrîn be. Bêguman wê demê jî wê Efrîn rizgar bibe."
'EM Ê ROJEKÊ TEQEZ LI EFRÎNÊ VEGERIN'
Ji şêniyên Kampa Koçera Huseyîn Şêxo diyar kir ku bi saya xendekên li dora kampê di êrişa dewleta Tirk a 15'ê Sibatê de birîndar û şehîd nehatiye dayin.
Şêxo bi bîr xist ku Koçer beriya dagirkeriyê li Efrînê mîna gelên din hemûyan bi rengekî azad dijiyan û got, "Em li Efrînê hemû gel bi hev re bûn. Kes li ser kesî serdest nebû. Em Koçer tevlî Berxwedana Efrînê bûn. Tevî hemû gelan em bi hev re jiyan, me bi hev re li ber xwe dan. Lê belê ji ber zor û zilma dewleta Tirk, piştî ku Efrîn hate dagirkirin em ji bajarê xwe reviyan. Ji ber ku nedibû em di bin dagirkeriyê de bimînin. Hatim li Şehbayê min pê li mayinê kir û birîndar bûm. Dewleta Tirk li vir jî nasekine, her roj bombeyan li Şehbayê dibarîne. Dixwazin me tune bikin, lê belê em ê tune nebin. Heta ku sax bin em ê li ber xwe bidin û rojekê li Efrînê vegerin."
'ME JIYANA DI BIN DAGIRKERIYÊ DE QEBÛL NEKIR'
Hevserokê Komuna Kampa Koçera Kamber Dede diyar kir ku piştî dewleta Tirk Efrîn dagir kir, li Efrînê Koçerekî bi tenê jî nema û got, "Em hînî jiyana azad bûne. Rejîmê jî zext dikir, lê belê me ji azadiya xwe tawîz nedida. Bi Şoreşa Rojava û Rêveberiya Xweser re em li Efrînê bi rastî jî azad bûn. Piştî ku dewleta Tirk Efrîn dagir kir ti ji me nexwest li Efrînê bimîne. Me nikarîbû di bin zilm û dagirkeriyê de bijîn. Çar sal in di nava şert û mercên zehmet de em li Şehbayê ne. Ewqasî bi tank û topan lê didin, lê dîsa jî em ji Şehbayê naçin. Em ê jê neçin, ji ber ku em ê rojekê li Efrînê vegerin."
Kamber Dede anî ziman ku bombardûmana dewleta Tirk a 15'ê Sibatê ya li ser Şehbayê gelekî giran bû, di encamê de 5 sivîl birîndar bûn û got, "Salvegera 15'ê Sibatê bû. Ji bo şermezarkirina komployê û xwedîderketina li Rêberê xwe me Efrîniyan li Şehbayê meşeke gelekî mezin li dar xist. Dewleta Tirk ev dît û xwe lê ranegirt. Rojane li Şehbayê dixin, lê belê ev êriş ji ber xweranegirtinê bû. Bombe li derdora kampa me barandin. Ya ku di destê min de ye parçeyek ji bombeyên dewleta Tirk e. Li kê bikeve wê birîndar bike yan jî bikuje. Baş e ku li kesî neket. Dewleta Tirk bi rêya vê bombardûmanê dixwaze me ji Şehbayê derxîne û ji Efrînê dûr bixîne. Dixwaze Efrînê bi ser Tirkiyeyê ve bikin. Em ê ji Efrînê dûr nekevin, em dixwazin Efrîn rizgar bibe."