Rojavayî vedigerin warê xwe

Vegera Rojavayiyan a li warê xwe dewam dike, ku ji ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk neçar mabûn koçî Başûrê Kurdistanê bikin.

Vegera Rojavayiyan a li warê xwe dewam dike, ku ji ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk neçar mabûn koçî Başûrê Kurdistanê bikin. Doh jî 104 Rojavayî ji Deriyê Sînor ê Sêmalka yê navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê vegeriyan.

Ji rayedarên Deriyê Sînor ê Sêmalkayê Mihemed Sibêh Silêman diyar kir, ku yên vegeriyan e ji Qamişlo, Tribespiyê, Hesekê, Amûdê û Serêkaniyê ne.

Ji Rojavayiyên ku ji ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk neçar man koçî Başûrê Kurdistanê bikin û li Kampa Berdereşê bi cih bûn heta niha 4 hezar û 700 kes vegeriyan warê xwe.