Rojavayî qalê dikin, bê PKK çawa nas kirine -1

Ehmedê Pîrê ku sala 1979'an li Kobanê dema ku berberî dikir PKK nas kir, ji sempatîzaniyê heta bi kûryetiyê qala têkoşîna xwe ya heta niha û bandora Ocalan a li ser wan kir.

Tevgera Azadiyê ya Kurd dikeve sala 44'an a têkoşînê. Welatparêzên Rojavayî bi wesîleya sala 44'an ji ANF'ê re qalê kirin bê Tevgera Azadiyê ya Kurd çawa nas kirin, bi çi rengî tevlî nava têkoşînê bûn, bandora PKK'ê ya li ser Kurd û Kurdistanê.

Bavê Şehîd Dilşêr ku li Kobanê weke Ehmedê Pîrê tê naskirin, sala 1979'an dema ku berberî dikir Apoyî naskir. Wiha qala wê demê kir: "Hevalê Cemal (Mûrat Karayilan) çend caran hate taxa me û xelkê Kobanê mal da wan. Me destpêkê li wir hev nas kir. Ji bo porê xwe biqusîne dihate gel min. Rewşa Kurd û Kurdistanê bi hêsanî dianîn ser ziman. Bi vî rengî di navbera me de têkiliyek çêbû. Min xwe nêzî wan kir. Sala 1980'î sempatiya min xurt bû û tevlî nava kar bûm. Me alîkarî kom dikir, belavokên leşkerî dihatin. Me ji gel re dixwend. Wê demê her kesî alîkarî bi wan re dikir. Dayikan, mirovan hinekan hêk didan, hinekan tasek şekir didan, hinekan dims didan.

KARÊN KÛRYETIYÊ Û DERBASBÛNA JI SÎNOR

Heta salên 1986-87'an me ev kar dikir. Wê demê min ji hevalan re got ku dixwazim karê kûryetiyê bikim û tevlî wan bûm. Heval ji bo têkoşînê û kar derbasî bajarên Bakurê Kurdistanê dibûn, me ew derbas dikir. Sala 1993'an hevalên me Mûstafa Karasû, Riza Altûn û Jiyan (Xwişka M. Hayrî Dûrmûş) dema derketin, ez yek ji endamên wê komê bûm ku ew pêşwazî kir. Rêbertî ji me re got, 'Hûn şehîd jî bikevin van hevalan bi saxî bigihînin. Hevalên me yên destpêkê ne, hevalên me yên li zindanê ne'.

Dema ku heval derbas bûn şerekî biçûk qewimî. Hevalê Riza Altûn bi sivikî birîndar bû. Dema ku me karê xwe bi rengekî serketî qedand, Rêbertî moral dida her koma diçû û dihat. Digot karê herî serketî karê we ye. Rêbertî her wiha di mijara qaçaxçiyan de hişyarî dida me. Digot, 'Bi navbeynkariya qaçaxçiyan nexebitin. Eger hûn bi wan re bixebitin wê we ji bo pereyan bifiroşin'. Bi rastî jî karê qaçaxçiyan pere bû. Me jî guh dan hişyariyên Rêbertî û em bi qaçaxçiyan re nedixebitîn.

DÎTINA RÊBERTÎ Û BÎRANÎN

Sala 1986'an me dixwest Rêbertî bibîne. Em komek çûn Helebê û me Rêbertî dît. Di nava gel de bû. Qala pêvajoya siyasî, rewşa Kurdan, sedemên serneketina dijminên Kurdan vedigot.

Rêbertî bi qasî 6 saetan ji me re qala rewşa Kurdan û şoreşa PKK'ê kir. Ji me re got, 'Eger PKK nikaribe bi ser bixîne, bila kes nebêje em Kurd in'. 

Min gelek caran Rêbertî dît. Li Heleb, Lubnan û Şamê dît. Li Şamê çalakiyek hebû. Koma Aram Tîgran jî hatibû. Ez jî di nava komîteya amadekar a çalakiyê de bûm. Ji bo Rêbertî me kursiyek danîbû binê darekê. Ji bo li wir rûnê. Rêbertî hat, li ser wê kursiyê rûnenişt, di nava gel de rûnişt. Me nîqaş kir bê çima Rêbertî li wir rûnenişt. Ji gel gelekî hez dikir. Timî dixwest di nava gel de be. Me jî digot, gelo di wê kursiyê de pirsgirêk heye ku rûnenişt. Serê me tevlîhev bûbû. Gelekî ji Aram Tîgran jî hez dikir. Li malekê strana Aram Tîgran lê diket. Ji me re digot, 'Ev deng namirin'.

DERXISTINA JI SÛRIYEYÊ Û BÛYERÊN KU QEWIMÎN

Dema ku Rêbertî ji Sûriyeyê derket ji Ewropayê sê heval hatibûn ku du jê jin bûn. Diviyabû me heval derbasî aliyê din ê sînor bikira. Ji Girê Spî heta Bab û Cerablûsê tevî ku me hemû derfetên xwe bi kar anîn, me nekarîbû hevalan derbas bikin. Berê bi sedan, bi hezaran heval dihatin û derbas dibûn. Sînor hatibû girtin, dorpêçkirin. Li serê her metreyekê 9 leşker hebûn. Tank hebûn.

Ji bo Rêbertî ji Sûriyeyê bê derxistin operasyonek hatibû destpêkirin. Rêbertî ji bo Sûriye ji hev nekeve derketibû. Dibe ku Hafiz Esad jî jê re gotibe 'dernekeve', lê belê Rêbertî got, 'Bila Sûriye ji ber min ji hev nekeve, bila êriş li ser nebe' û derket. Wê demê ji ber ku sînor girtî bû dewleta Tirk dixwest krîzan çêbike. Li rojavayê Cerablûsê dewleta Tirk bi tankê êrişî qereqola Sûriyeyê kir. Li bendê bûn ku ew jî bersivê bidin ku kaos rû bide. Lê belê dewleta Sûriyeyê bersiv neda. Krîz çênebû.

Heta ku Rêbertî ji Sûriyeyê derkeve em li ser sînor dixebitîn. Piştî ku Rêbertî derket karên me jî sekinî. Me dest bi karên cuda kir. Niha jî em karên xwe dewam dikin.

EM HÎN MEZINTIR DIBIN

PKK di sala 44'an a têkoşînê de ye. Roj bi roj mezintir dibe. Her hevalekî me şehîd dibe em bi gaveke din nêzî şoreşê dibin. Bi saya felsefe û fikrê Rêbertî em mezin dibin. Ji ber ku Rêber Apo digot, 'Em ne şitil bûn, em tov bûn'. Dema şitil be hingî li nava axê tê çandin, lê belê tov xwe şîn dike. Rêbertî digot, 'Me tovên xwe li xakê reşand. Ez bi tenê bûm. Niha bi milyonan mirov li pişt min e'. Eger ne ji hezkirinê bûya ev gel li pişt fikir û felsefeya Rêbertî nedimeşiya."