'Rojava ji bo Rojhilata Navîn modela çareseriyê ye'

Ji YPJ Enternasyonalê Comrade Dîlan ragihand ku pêkhateyên li Rojava hemû tevlî avakirina civaka demokratîk û şoreşê bûne û diyar kir, ku modela Şoreşa Rojava dikare ji tevahiay Rojhilata Navîn re bibe çareserî.

Jinên ku ji çar aliyên cîhanê bi dilxwazî hatine Rojava, di avakirina jiyaneke azad de bi roleke girîng radibin. Ev hêza ji parastina jinê, di din sîwana YPJ Enternasyonal de mezin dibe. Ji YPJ Enternasyonal Comrade Dîlan bersiv da pirsên ANF'ê.

Li ser rêxistiniya xwe Comrade Dîlan got, "YPJ Enternasyonal rêxistiniyeke enternasyonal e ku di bin sîwanê Yekîtiyên Parastina Jinê (YPJ) a Rojava de ye. Enternasyonalên dilxwaz di çarçoveya Konfederalîzma Demokratîk de bi rêxistin dike, perwerde dike û bi rengekî çalak tevlî şoreşa jinê dike. Bi rêya YPJ'ê ku bi serketina Kobanê ya dîrokî re li tevahiya cîhanê deng veda, hîn bêhtir jinan xwe gihandin me û serlêdan kirin ji bo tevlî nava vê hêzê bibin. Di çarçoveya vê daxwaza zêde de pêwîstî bi rêxistiniya Tabûra YPJ Enternasyonal hate dîtin û me bi vî rengî dest bi kar kir. Gihîşt wê qonaxê ku jin perwerdeya leşkerî û siyasî lê dibînin, civak û zimanê Kurd ji nêz ve nas dikin, li qadên cuda ji bo têkoşînê xwe amade dikin."

Comrade Dîlan diyar kir ku Şoreşa Rojava avaniyeke demokratîk ava kir ku civak bi rêya komun û meclîsên xwecihî xwe bi rêxistin dike û got, "Jin li her qada civakê avaniyên jinê yên xweser ava dikin. Sîstema hevserokatiyê dike ku jin tevlî rêveberiya siyasî bibe. Perwerde defetê dide ku bi rêya akademiyan xwe bi rêxistin bike. Bi kooperatîfên jinê re jî şensê serxwebûna aboriyê dide. Jineolojî, bingeha zanistiya şoreşa jinê destnîşan dike. Yekîneyên edaleta jinê, misogerkirina edaletê ji xwe re dikin armanc. Bi YPJ'ê re jinan hêzên xweparastinê ava kirin. Ev serketin hemû ji bo jinên li tevahiya cîhanê hatin afirandin."

Comrade Dîlan anî ziman ku enterasyonalîstên YPJ'ê jî ev potansiyela şoreşê, ne tenê weke perspektîfeke xweser a ji bo gelê Kurd, di heman demê de ji bo xwe jî weke perspektîfê dîtin û got, "Ji Elmanyayê Îvana Hoffman, ji Îngilistanê Anna Campbell û ji Arjantînê Alîna Sanchez, her wiha şoreşgerên mîna wan li nava refên YPJ'ê şehîd bûn. Ew nîşaneya serxistina armanca jinên hatine Rojava ne. Ji çar aliyên cîhanê jin li vê derê azadiyê dibînin. Lewma jî dixwazin tevlî parastina Rojava bibin."

Têkildarî sedema êrişên ewqasî giran ên li ser Şoreşa Rojava, Comrade Dîlan wiha axivî: "Faşîzma Tirk û çeteyên DAÎŞ'ê êrişî herêmên rizgarkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin. Bi dagirkirina van herêman re dixwazin sîstema xwe ya zordarî û dijminatiya li jinê serwer bikin. Şoreşa Rojava ne tenê şoreşeke Kurd e. Xwe dispêre Paradîgmaya Neteweya Demokratîk a Abdullah Ocalan ku her ol, çand û avaniya etnîkî di nava xwe de vedihewîne. Yekîtiya pêkhateyên li herêmê ji xwe re dike armanc. Hemû pêkhateyên li Rojava tevlî avakirina civaka demokratîk û şoreşê dibin. Modela Şoreşa Rojava ji bo tevahiya Rojhilata Navîn dikare çareseriyê pêşkêş bike. Şoreşa Rojava ji bo hêzên ku Rojhilata Navîn dikin qada şerê etnîkî, metirsî ye."

Comrade Dîlan ragihand ku YPJ Enternasyonal ji bo jinên li azadiyê digerin, dixwazin şoreşê fêhm bikin, bi pêş ve bibin û parastina wê bikin, cihê jinê ye û got, "Her kesên dixwazin xwe bi pêş bixînin û perwerde bikin, dikarin tevlî me bibin."