Roja yekem a Berxwedana Rûmetê: 731 roj berxwedan li qadeke 450 km

Dewleta Tirk di 9’ê Cotmeha 2019’an de xwest ku Serêkaniyê û Girê Spî bû di nava tarîtiyê de bihêle. Gelên herêmê, şervanên QSD-YPG-YPJ'ê li ser sînorê 450 kîlometreyî ji Dêrikê heta Efrînê berxwedanek nîşan dan ku 731 roj in bêyî rawestan didome.

Salnameyan 9’ê Cotmeha 2019’an nîşan dan. Xwestin ku qada şoreşa Rojava ya ku ji bo wê berxwedaneke bêhempa bi dirêjahiya 8 salan li dijî komên çete yên wek DAÎŞ, Cebhet El Nusra, Ehrar El Şam û hwd hate nîşandan û di oxira wê de bi hezaran şehîd hatin dayîn, di nava tarîtiyê de bihêlin. Dewleta Tirk a ku jê re artêşa nizanim çi ya NATO’yê tê gotin, piştî Efrîn, Bab, Cerablûs, Ezaz û Idlibê vê carê jî di bin navê "Kaniya Aşitiyê" (Bariş Pinari) li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya bi navenda Serêkaniyê-Girê Spî, dest bi operasyoneke nû ya dagirkirinê kir. Raste navê operasyonê 'Aştî' bû, lê ew operasyona 'Aştiyê' bû ku bû sedema bi dehan kuştî, bi sedan birîndar û bi sed hezaran mirov malên xwe biterikînin û koç bikin.

Tevî ku binpêkirin û sûcên ku li herêmên dagirkirî yên li Sûriyê têne zanîn, DYE, Rûsya û hwd hêzên navneteweyî hewl dan vê operasyona dagirkeriyê ya Tirkiyeyê paşguh bikin û ji nedîtî ve bên. Encax yek ji wan tiştê ku wan hêvî dikir jî bidest nexist. Ne dewleta Tirk ku armanc kiribû di 1-2 rojan de herêmê bi dest bixe, ne jî hêzên navneteweyî nekarîn bertekan paşguh bikin. Ji ber ku bi sed hezaran kes ji çar aliyên cîhanê bûn yek û dengê xwe dabûn Rojava.

Dema ku dewleta Tirk ji xeta sînor êrîş kir, hevkarê wê DAÎŞ ji hundir ve ket tevgerê. Bi rastî, dikare were gotin ku qada şoreşa Rojava cara duyemîn e ku şoreşek bi dest xistiye. Berxwedaniya li hember şerekî giştgir ku tê de bi dehan balafirên şer, ÎHA-SÎHA, bi hezaran tank, top, hawan, obus, fuzeyan, her wiha çekên qedexekirî yên wekî fosfata spî û mîsket hatin bikar anîn, şoreşek rastîn bû.

Çend saet ji beriya êrîşê çi qewimî? Êrîş çawa dest pê kir? Li kûderê êrîş çêbûn û encamên wê çi bûn? Êrîş ji derve çawa xuya kir? Kê çi got? Her tiştên di derbarê êrişan de roj bi roj de wiha ye:

ÇENDÎN SAET JI BERIYA ÊRÎŞÊ

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) roja 9’ê Cotmehê di saet 01:00’an de daxuyaniyek dabû û gotibû, “Hemû nîşaneyên li ser xeta sînor, agahiyên meydanî û sewqiyata leşkerî ya zêde ya dewleta Tirk nîşan dide ku herêm wê rastî êrîşên dijwar ên dewleta Tirk û komên wê yên çete bê. Van êrîşan dibe sedema jiyana bi hezaran sivîlan. Ji ber ku xeta sînor tijî sivîl in. Li ser vê bingehê, em bang li civaka navneteweyî û Koalîsyona Navneteweyî ku me bi wan re serkeftin bi dest xistiye dikin ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin û pêşî li krîzeke însanî ya gengaz bigirin.”

- Saet di 02:00’an de, çeteyên DAÎŞ'ê êrîşî nuqteyên ewlekariyê yên QSD'ê yên li Taxa Basil a Reqayê kirin.

-Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk seferberî îlan kir.

- Gelên Herêma Cizîrê, Kurd û Eşîrên Ereb ên li herêmê dest bi herikîna ber bi Serêkaniyê ku di bin gefa dagirkeriya dewleta Tirk de ye kirin.

-Di berdewamiya gefên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, serokê ragihandinê yê serokwezîrtiya dewleta Tirk Fahrettîn Altûn di gotara xwe ya di rojnameya Washington Post de bi van gotinan banga hevbeş a dagirkeriyê kir: "Divê cîhan piştgiriyê bide plana ku Tirkiye ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade kiriye.”

Rayedarên Sûriyê ji ajansa fermî ya rejîma Sûriyê SANA’yê re axivîn û bertek nîşanî tevgera dewleta Tirk a li ser sînorê Sûriyeyê dan û gotin, "Sûriye biryardariya xwe ya rawestandina li dijî êrîşa Tirkiyeyê ya bi hemû rêyên rewa dubare dike.” Di nûçeyê de her wiha hat gotin, "Ev gef binpêkirineke mezin a hiqûqa navneteweyî û biryarên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî yên ji bo rêzgirtina li hember yekîtî û serweriya axa Sûriyeyê hatine qebûlkirin e.”

DEMA SAET BÛ 16:00

Dema saet bû 16:00, balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker dest bi bombebarana gundê Mişêrfa yê Serêkaniyê û gelek nuqteyên li navenda bajêr kirin. Di encama bombebarana ku 2 deqeyan dom kir de, 1 kes şehîd û 8 kes jî birîndar bûn.

Piştî bomberdûmanê, êrîşên dijwar li dijî herêmên Girê Spî û Eyn Isa hatin kirin. Dewleta Tirk ji Dêrikê heta Tirbespiyê, ji Qamişlo heta Dirbêsiyê, ji Serêkaniyê heta Girê Spî, ji Eyn Îsa heta Kobanê li dijî qadeke 450 kîlometreyî êrîşeke berfireh da destpêkirin.

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker bi çeteyên xwe êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, gel çekên xwe hildan û berê xwe dan eniyê. Cihê ku em jê re dibêjin enî ne xêzkirî ye û cihek wisa nîne ku hatibe destnîşan kirin. Her der bû eniya berxwedanê.

BENDAV, FIRIN, NEXWEŞXANE, KAMPÊN PENABERAN, GIRTÎGEH…

Dewleta Tirk a dagirker ku polîtîkayên guhertina demografiya herêmê û qirkirina gelê herêmê birêve bir, dest bi hedefkirina nuqteyên ku xizmet ji herêmê re dihat kirin, kir. Li vî alî, bendav, firin, nexweşxane, kampên penaberan û girtîgehên li herêmê rastî êrîşê hatin. Hin êrîşên bi vî rengî wiha ne:

- Dewleta Tirk dest bi bombebarana bendava Mensûra ya Dêrikê kir.

Danê êvarê, dewleta Tirk dest bi bombebarana hawîrdora girtîgeha Cerkîn a Qamişlo ku çeteyên DAÎŞ'ê ku di asta navneteweyî de weke çeteyên herî xetere yên DAÎŞ'ê tên zanîn kir.

DEMA NEKARÎN JI BEJAHÎ VE BIKEVINÊ…

şervanên QSD’ê êrîşên leşkerên Tirk ên ku dixwestin bi rakirina dîwarê li ser xeta sînor bikevin Serêkaniyê û Girê Spî şikandin. Çeteyên Tirk ên ku ji bejahî ve nikarîn bi pêş ve biçin, herêm bi dijwarî bombebaran kirin.

Şervanan her wiha bi gelek tank û çekên giran gelek wesayîtên dewleta Tirk rûxandin. Baregeh û qereqolên Tirk ên li aliyê din ê sînor bûn hedefa şervanan. Li Şirnex, Mêrdîn û Rihayê qereqolên polîsan li ber berxwedana bêhempa neçar man ku vala bikin.

BERTEK Û NÊRÎNÊN JI CÎHANÊ

Li dijî êrîşan di qada herêmî û navneteweyî û tevger û partiyên Kurdistanî de bertekên tund hatin nîşandan. Li çar aliyên cîhanê Kurd û dostên wan meşên li dijî dagirkeriyê li dardixin û yên berxwedêr silav dikin.

TEVGERÊN KURDISTANÎ

Serokê Tevgera Nûjen a Kurdistanê Dr. Rizgar Qasim diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide nasname, çand û zimanê Kurdan tune bike û wiha got: "Divê hemû gelên Ereb, Kurd, Tirkmen, Çerkez, Ermenî û Suryanî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn vê rastiyê bizanibin û divê li dijî dagirkeriya Tirk bisekinin.”

Komîteya Amadekar a Konferansa Yekîtiya Neteweyî ya Kurd bang li hemû partî û hêzên siyasî kir ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk yekîtiya neteweyî pêk bînin.

Desteya Rêveber a Partiya Komarî ya Kurdistanê-Sûriye, di daxuyaniya xwe de got, "Partiya me, tevî hemû endam, rêveber û alîgirên xwe, xebatên partiya xwe yên siyasî rawestand û li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk dest bi şerê çekdarî kir.”

WELATÊN YE: HERÊMA EWLE YA TC’Ê XÊZKIRÎ NE GUNCAV E

28 welatên endamên Yekîtiya Ewropayê (YE) bi daxuyaniyeke nivîskî bang li Tirkiyeyê kirin ku êrîşên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rawestîne û gotin, "YE bang li Tirkiyeyê dike ku dawî li operasyona leşkerî ya yekalî bîne. Ne mimkûn e ku herêma ewle ya ku Tirkiyê li bakurê Sûriyê xêzkiriye, ji bo vegera penaberan di çarçoveya pîvanên navneteweyî de be.”

DYE: METIRSIYA JI NÛ VE ÇÊBÛNA DAÎŞ’Ê DI XWE DE DIHEVÎNE

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) yê wê demê Donald Trûmp gotibû ku dewleta Tirk li dijî Sûriyeyê operasyoneke dagirkeriyê daye destpêkirin û ew napejirîne û gotibû: "DYE destekê nade vê êrîşê û eşkere ji Tirkiyeyê re hatiye gotin ku ev operasyon hizrekî xirab e. Tirkiye li ber mayîna hemû çeteyên DAÎŞ’ê yên girtî û ji bo ku bi tu şekl û formekî çeteyên DAÎŞ’ê dûbare dernekevin holê berpirsiyar e. Em hêvî dikin ku Tirkiye sozên xwe bi cih bîne û em pêvajoyê ji nêz ve dişopînin.”

Nûnerê Taybet ê Têkoşîna Dijî DAÎŞ'ê yê berê yê DYE Brett McGurk diyar kir ku encamên êrîşê dê giran bin û got, "Li aliyê din DAÎŞ xwe amade dike ku di nava vê tevliheviyê de careke din xwe vejîne.”

Senatorê Komarparêz ê DYE’yê Graham: “Ji bo tifaqên me yên Kurd ku ji hêla rêveberiya Trump ve bi şermokî hatine terikandin, dua bikin. Ji bo ku Erdogan bedela giran a ji vê [êrîşa leşkerî] bide, ez ê di Kongreyê de hewl bidim.”

WELATÊN EREBÎ

Wezareta Karên Derve ya Misrê bang li Komkara Ereban kir ku bi rojeva awarte bicive û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê wekî "êrîşek quretî û nayê qebûlkirin a li dijî serweriya dewleteke Ereb ê bira” bi nav kir. Li ser banga Misrê, Yekîtiya Ereban biryar da ku tavilê bicive.

WELATÊN EWROPAYÊ

Serokê Komîsyona Ewropayê Jean Claûde Jûncker bang li dewleta Tirk kir ku êrîşên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestîne.

Fransa û Îngîlîstanê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga civîna lezgîn a Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kirin.

Wezîrê Karên Derve yê Elmanyayê Heîko Maas diyar kir ku gavên Tirkiyeyê metirsiyê li ser aramiya herêmê çêdike û dibe sedema ji nû ve derketina DAÎŞ’ê û got, "Dibe ku operasyona Tirkiyeyê bibe sedema felaketek nû ya însanî û pêla penaberan.” Wî her wiha anî ziman, "Em Tirkiyeyê dawet dikin ku dawî li vê operasyonê bîne û berjewendiyên xwe yên ewlekariyê bi awayekî aştiyane misoger bike.”

Hollandayê ragihand ku ji ber êrîşên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê hemû firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê hatiye cemidandin. Wezareta Karên Derva ya Hollandayê daxuyaniyek da û wiha got: "Ji ber herikîna rewşê, Hollandayê biryar da ku serlêdanên lîsansê yên ji bo hinardekirina hemû kel û pelên leşkerî yên ji bo Tirkiyeyê bên sekinandin."

Wezîra Karên Derve ya Kanadayê Chrystia Freeland: "Kanada êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Sûriyeyê bi tundî şermezar dike ... Em banga parastina sivîlan dikin û ji hemû aliyan dixwazin ku li gorî hiqûqa navneteweyî tevbigerin.”

SIBE: Roja 2’emîn a Berxwedana Rûmetê: Erdogan ê ku nikare bi pêş ve biçe, gef li YE dixwe