Roja Rojnamevaniya Kurdî li Kobanê hate pîrozkirin

Bi wesîleya 127`emîn salvegera Roja Rojnamevaniya Kurdî li Zanîngeha Kobanê panelek hate lidarxistin.

Bi wesîleya salvegera 127’emîn a derketina Rojnameya Kurdistanê îro li Zanîngeha Kobanê têkildarî girîngiya Roja Rojnamevaniya Kurdî bi amadebûna bi sedan kesî li hola zanîngehê panelek hate lidarxistin. Di panêlê de xwendekarên Peymangeha Bilind a Ragihandinê soz dan ku ew ê jî bibin deng û rengê heqîqetê.

Panelê bi merasîma rêzgirtinê dest pê kir û piştre Hevserokê Zanîngeha Kobanê Şervan Mislim axivî û ev roj li hemû rojnamevanan pîroz kir û got: "Ev roj di dîroka gelê Kurd de gavekî nû bû, ev gav danasîna çand û nasnameya Kurdî bû. Weke gelê Kurd em tim rastî qirkirin û polîtîkayên bişaftinê hatine. Hêzên dagirker tim hewl dane ku gelê Kurd tune bikin. Lê belê gelê me bi rêya çapemeniya azad tim rastî anîn ziman.’’

Piştre Hevseroka Peymangeha Bilind a Raghandinê a Zanîngeha Kobanê Rûken Moro axivî diyar kir ku ew ê jî heta dawiyê li pey doza gelê xwe bin û sal bi sal nifşên nû pêşwazî bikin.

Her wiha ji aliyê Mamosteyê Peymangeha Bilind a Ragihandinê a Kobanê Elî Nebo ve li ser girîngiya vê rojê semînerek hat pêşkêşkirin. Piştre jî bi rêya dîmen Rojnamevanê Kurd Rêşad Sorgul tevlî panêlê bû û têkildarî dîroka vê rojê avivî.

Di çalakiyê de têkildarî  keda raghandina azad xelat jî hatin belavkirin û rojnamevan Dîcle Ehmed layiqî xelatê hate dîtin.  Dicle Ehmed jî axaftineke kurt kir û diyar kir ku ew ê heta dawiyê xwedî li kamereya ku ji Gurbetellî Ersoz û Cîhanan Bîlgînan derkeve û ew ê heta dawiyê jî wê riya heqîqetê bişopînin.

Her dawiyê jî wêneyên xwendekarên Peymangeha Bilind hatin pêşandan û  çalakî bi stran û govendgerandina endamên Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido bi dawî bû.