Roja rojnamegeriya Kurdî li Qamişlo bi merasîmekê hate bibîranîn
Roja Rojnamegeriya Kurdî di salvegera 121’an de li Qamişlo bi tevlîbûna sedan kesî û rojnamevanan bi merasîmekê hate bibîranîn.
Roja Rojnamegeriya Kurdî di salvegera 121’an de li Qamişlo bi tevlîbûna sedan kesî û rojnamevanan bi merasîmekê hate bibîranîn.
QAMIŞLO
Merasîm li Salona Zaha bi tevlîbûna sedan rojnamevan û welatiyan bi deqeyek rêzgirtinê ve destpê kir. Li ser navê Yektîtiya Ragihandina Azad Sîpan Can axivî. Can roja rojnamegeriya Kurdî li hemû rojnamevanan pîroz kir û got: “Divê em hê zêdetir bi erka xwe rabin û xurtir bikin.”
Di dewama merasîmê de hunermend Ciwan Cemal li ser dikê çend stran gotin û piştre jî sînevîzyona li ser rola rojnamegeriyê ya di Şoreşa Rojava de hatibû amadekirin hate nîşandan.
Di merasîmê de xelat di warên cuda de hate dayîna rojnamevanan. Di warê dîmen de Faris Kilan, Sozdar Oreman di warê wêne, Cîhat Derwîş di warê dîmen, Hoşeng Hesen jî di warê pêşkêkirina raport, Hebîb Zavê di warê wêne û Hamza Hemkê jî di warê raportên nivîskî de hêjayî xelatan hatin dîtin.
Belgeyên nûçegihaniyê ya Gulîsgtan Mehemed û Îbrahîm Ehmed ên Ajansa ANHA’yê hatin dayîn.
Dîsa spasname ji bo Helîn Gaber, Elî Kilîzî, Merwan Qamişlo, û Fêrîd Edwar hatin belavkirin.
Merasîm bi gerandina govendê bi dawî bû.