Roja 48’an a çalakiya li Sêmalkayê: Sedemê dagirkeriya li Başûr PDK ye

Malbatên ku ev 48 rojin ji bo wergirtina cenazeyên 5 gerîlayên HPG’ê yên ji aliyê PDK’ê ve hatine qetilkirin di çalakiyê de ne, bang kirin ku ji bo radestkirina cenazeyan zext li PDK’ê bê kirin.

Çalakiya konvedanê ya ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayan li deriyê Sêmalka tê lidarxistin 48 rojin dewam dike. Tevî vê yekê jî daxwazên malbatên şehîdan ji aliyê rayedarên PDK’ê ve tên paşguhkirin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê di 5’ê Cotmehê de li deriyê Sêmalka yê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de, bi armanca radestkirina cenazeyên şehîd Tolhildan Raman û şehîd Serdem Cûdî ji malbatên wan re, çalakî dabû destpêkirin.

Derbarê mijarê de, yek ji beşdarên çalakiyê Aram Beşar ê ji bajarê Hesekê, kiryarên PDK'ê şermezar kir û bal kişand ser girîngiya berdewamkirina çalakiyên li dijî xeta îxanetê.

Aram Beşar wiha axaftina xwe dewam kir: "Tevî bangawaziyên şênî û malbatên şehîdan jî lê belê PDK'ê tu bersivê nade ji daxwazên çalakvanan." Beşar kiryarên PDK'ê û radestnekirina cenazeyên şehîdan wekî binpêkirina ol, pîvanên eşîran û rêgezên navneteweyî bi nav kir û got: “Ev yek veşartina sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li Başûrê Kurdistanê nîşan dide.”

Aram Beşar di dawiya axaftina xwe de bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir ku zextê li PDK'ê bikin da ku cenazeyên şehîdan radestî malbeta wan bikin.

Ela Memdûh jî bang li PDK'ê kir ku helwesta xwe derbarê radestnekirina cenazeyên şehîdên Xelîfanê zelal bike û got: “Sedema neyekrêziya Kurdî û hebûna dagirkeriya Tirk li Başûrê Kurdistanê, siyasetên PDK’ê ye.”