"Wê cîhan hemû rizgarkirina Reqayê bibîne"
Fermandarê QSD’ê Omer Hewlêrî got, ‘insîyatîfa şer’ di dest wan de ye û di nêz de wê ‘cîhan hemû rizgarkirina Reqaye bibîne’’
Fermandarê QSD’ê Omer Hewlêrî got, ‘insîyatîfa şer’ di dest wan de ye û di nêz de wê ‘cîhan hemû rizgarkirina Reqaye bibîne’’
Fermandarê QSD’ê Omer Hewlêrî derbarê operasyona Rizgarkirina Reqayê axivî û got DAIŞ’ê Reqa keleha xwe didît û digot kesek nikare bikeviyê lê niha ew li Reqayê ne û çeteyên DAIŞ’ê nikarin parastina xwe jî bikin.
Her wiha Hewlêrî got, her çendî roj ne diyar jî be di nêz de cîhan hemû wê bibe şahidê rizgarbûna Reqayê.
Hewlêrî wiha bi nav de çû:
"Ev çend roj in ku operasyona 'Cenga Mezin' destpêkiriye, şervan baş bi pêş ve diçin. Şer berdewam e, çeteyên DAIŞ'ê Reqa weke keleheka xwe didîtin û diyar dikirin ku kesek nikare bikeve vê qelê. Lê hêzên me ketine bajarê Reqayê û şer didome, şervan bi pêş ve diçin. Rizgarkirina Reqayê, weke ku em dixwazin şer berdewam dike, însyatîfa şer di destê me de ye. Kuştiyên çeteyan gelek in di aliyê vînê de şikestine. Ew tirsa berê ya ku gel ji çeteyên DAIŞ'ê ditirsiyan nemaye, niha tenê xwe di parêzin û êdî wê nikaribin xwe biparêzin ji. Roj ne diyar e lê di demek kurt de wê cîhan hemû rizgarkirina Reqaye bibîne. Hêzên YPG/YPJ û hêzên QSD'ê bi hevre bi pêş ve diçin û heta ku encam neyê bidestxistin rawest ji me re nîne. Di şer de windahiyên hêzên me kêm in, hêzên me yên profesyonel di nava şer de ne. Hêzên me yên pispor hemû kemînên çetayan pûç dikin. Nûçeyên ku dibêjin windahî hene derew in, me ragihandibû ku heta niha 6 şehîdên me hene. Hêzên me bi şêweyên nû taktikên nû şer dike û bi ser çeteyên DAIŞ'ê de diçe."