Rizgar wekî bahozê bû

Hevalê me yê rojnameger Rizgar Denîz ê ku bi keda xwe ya di Pêngava Bagera Cizîrê de di dilê hemû şervanan de cih girtibû, di 18’ê Kanûnê de şehîd bû.

Rojnameger Rizgar Denîz ê ku ji bo dengê gelê xwe bigihîne cîhanê li Mexmûr, Başûrê Kurdistanê, Şengal, Qadên Parastiyên yên Medyayê, Rojava, Bakurê Sûriyeyê rojnamegerî kir, bi wê coşa xwe Pêngava Bagera Cizîrê ji despêkê ve şopand.

Di vê pêngavê de bi taybetî ji bo Ajansa Nûçeyan a Hawarê, ji bo hemû ajans û televîzyonan qehremantî û rewşê ragihîne û bibe dengê rastiyê bi enerjiyeke mezin xebitî.

Ji ber ku Rizgar êş nas dikir. Penaberî, hejarî, birçîbûn, dagirkerî û koçberî dizanî. Di sala 1991’ê de li Sêrtê ji dayîk bû. Di salên 1993-1996’an ji ber faşîzma dewleta Tirk a li ser gundên Botanê di sala 1996’an de tevî malbata xwe derbasî Başûrê Kurdistanê bû. Di sala 1998’an de ji avabûna Kampa Mexmûrê heta sala 2014’an ligel malbata xwe li Mexmûrê jiya.

HER DEM DIXEBITÎ Û DIAFIRAND

Wî jî wekî malbata xwe dil da Têkoşîna Azadiyê ya Kurdan. Dema zarok bû birayê wî ji ber pênceşêra xwînê jiyana xwe ji dest da. Rizgar hemû hêrsa xwe ya li hemberî dijminên mirovayetiyê zêde kir. Evîna xwe ya ji bo azadiya xwe û civaka xwe geştir kir.

Li Başûrê Kurdistanê çû zanîngehê û beşa Ragihandinê xwend. Lê ji bo ku rojnamegeriyê bike, li benda qedandina zanîngehê nema. Divê bi awayekî bibûya parçeyekî vê têkoşînê. Di sala 2012’an de li Mexmûrê bi belavkariya rojnameya Rojevê dest bi rojnamegeriyê kir. Rizgar li vê derê ne bi tenê li taxa xwe, li taxên ku hevalên wî rojname lê belav nekiriye jî rojname belav dikir. Di germa Mexmûrê de bi saetan rojname belav dikir lê tu carî gazin nedikir.

Bi belavkariyê re Rizgar dest bi nûçegihaniyê jî kir û di nav ciwanên Mexmûrê de bû kesê ku herî zêde bi pêş ve diçe. Bi daxwaza xwe ya fêmkirin, hînkirin û hilberandinê her dem xebitî û hilberand û pê re jî hevalên xwe jî îhmal nedikir.

BERXWEDANA DENÎZÊ BERÊ WÎ DA ŞENGALÊ

Rizgar ê ku girêdayînên wî gelekî xurt bû, wekî ku girêdayî têkoşîna xwe bû, girêdayî hevalên xwe jî bû. Rizgar bi şehadeta rojnameger Şehîd Denîz Firat re hejiya, careke din soza xwe ya rojnamegeriya li ser xeta çapemeniya azad dubare kir. Dema ku PDK’ê Mexmûr û Şengal ji DAÎŞ’ê re hişt û berxwedana Denîzê berê Rizgar da Şengalê. Li Şengalê êşên gelê Êzidî, qehremaniya şervanên HPG, YJA-STAR, YPG û YPJ’ê bi kamera û pênûsa xwe gihand ji cîhanê re.

Rizgar ê ku her dem di nav lêgerînekê de bû, bi coşeke mezin hat Rojava. Rizgar li vê derê di Ajansa Nûçeyan a Hawarê de xebitî.

BÊYÎ FIKAR BERÊ XWE DA PÊNGAVÊ

Enerjiya xwe ya ciwaniyê da Şoreşa Rojava. Xwêdan, bîr û xwîna Rizgar jî ket nav vê şoreşê. Rizgar dema ku hat Rojava bi destpêkirina Pêngava Bagera Cizîrê re berê xwe da pêngavê.

Rizgar di pêngavê de bi kamera, pênûs û dengê xwe bû dengê sivîlên ku ji ber zilma çeteyên DAÎŞ’ê direvin û bû dengê şervanan. Wî bi tenê pêngav ranedigihand, agahiyên di destê xwe de dida hemû rojnamegeran.

Rizgar zarokê malbateke berxwedêr bû. Bi qasî êş û pênaberiyê, wî rûmeta berxwedan û hêviyê jî dizanibû. Vê bîra xwe di pêngava Dêra Zor û di ya Bagera Cizîrê de jî derxist holê.

DEQÎQEYÊN ME YÊN DAWÎN…

Deqîqeyên me yên dawîn ên bi Dilîşan, Hogir û Rizgar re yên li Dêra Zorê nayên jibîrkirin. Dema ku di şopandina pêngavê de roja min a 2’emîn bû, Rizgar ez hişyar dikirim. Dilîşan jî her carê dihat digot, “Rizgar ka em biçin.” Dema min li sedema vê leza wan dipirsî, digot “Heval Bêrîtan ez dereng mam, divê ez biçim.”

Dilîşan hê nû ji pêngava Reqayê hatibû û ji bo qala berxwedana Dêra Zorê bike, dilezand.

Şehîd Hogir bi sadebûna xwe, li bendê bû ku hevalên wî karên xwe biqedînin. Rizgar jî piştî hemû hişyariyan û tiştên ku heta wê rojê di pêngavê de pêk hatine ji wan re qal kir, got “Em ê êvarî hev bibînin” û tevî hevalên xwe çû.

Dema ku em li bendê bûn ew ji eniyê vegerin, me bihîst ku Dilîşan, Hogir û Rizgar li Dêra Zorê rastî êrîşeke çeteyên DAÎŞ’ê hatine. Di 12’ê Cotmehê de Dilîşan li ser peywirê şehîd bû û Hogir û Rizgar jî birîndar bûbûn. Me hêvî dikir ku ew ê ji vê têkoşînê bi serfirazî derkevin lê di 15’ê Cotmehê de Hogir û di 18’ê Kanûnê de jî Rizgar şehîd bû.

XWEDIYÊN RASTÎN ÊN DÊRA ZORÊ

Li dû xwe rûkenî, bîranînên xwe yên paqij û têkoşîna xwe hiştin. Îro hemû şervanên li eniya Dêra Zorê û hempîşeyên wan ên li Pêngava Bagera Cizîrê em wan bi rêz û hurmet bi bîr tînin.

Di şexsê wan de em hemû şervanên şehîd bûne ji dil û can bi bîr tînin û diyar dikin ku qada Dêra Zorê ya ku gelek dewlet li ser wê ji xwe re hesaban dike, xwediyê wê ev qehreman û gelên vê herêmê ne, yên ku şervan ji bo vê jiyana xwe ji dest didin.