Riyad Derar: Hewldanên me ji bo çareseriyeke siyasî ye

Hevserokê MSD'ê Riyad Derar diyar kir, ku ew dixwazin li Sûriyeyê çareseriyeke siyasî pêk were û hewldanên wan jî di vê çarçoveyê de ne.

Hevserokê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Riyad Derar li ser rewşa dawî ya Sûriyeyê bi taybetî Bakurê Sûriyeyê ji ANF'ê re axivî.

Piştî lêdana leşkerî ya Amerîkî-Brîtanî-Fransî ya li dijî hin bargehên rêjîma Sûrî, çi guhertin di nexşeya lihevkirinan de çêbûn?

Dibêjin ‘Birîna ku te nekuje te qeyîm dike’, wisa rewşa lêdana hevbeş li dijî rêjîmê ye, ne rêjîm rûxand û ne jî dikarîbû wê qels bike. Li gorî daxwaza hêzên ku ji bo gelê Sûrî kar dikin. Lêdan weke lihevkirinekê xuya dike, ew lihevkirin di navbera Amerîka û Rûsyayê de ye, da ti ziyan li hevsengiya wan herdu aliyan nebe. Lê dîsa jî dibêjim ku yek ji encamên lêdanê, diyarkirina hêza Amerîkî di Sûriyê de ye, çawa hate eşkerekirin ku ti hêz nikare bêyî razîbûna wê bilive û weke peyamekê ji Rûsyayê re bû ku êdî zextê li rêjîmê bike û gotûbêjên li ser aştiyê qebûl bike.

Tomas Frîdman dibêje ku cenga rasteqîn li Sûriyê dest pê dike. Gelo hûn weke layanekî siyasî ku nûnertiya hêzên leşkerî yên hevkar ji Amerîkayê re dikin, çi amadekariyên we hene?

Hêzên ku serpiriştiya şer li Sûriyê dikin, heman hêz in ên ku rêveberiya cîhanê dikin. Amerîka û Rûsya ne, her yek ji wan jî hevalbendên wan hene. Di serî de Siûdî û Îran ku temsîla dijberiya Sınî-Şîa dikin. Helbet em Îsraîl jî li vir ji bîr nakin, ku ew ji şerê li Sûriyê diqewime ne dûr e, çimkî ew qet rê nade Îranê ku bingehên xwe li ser xaka Sûrî ava bike. Em hesabên xwe li ser van derfetan saz dikin, da rewşeke weke ya Efrînê û xapandina Rûsyayê ji me re dûbare nebe. Her wiha em dibînin çawa Siûdiyê bi dilgermî dixwaze tevlî senaryoyên şer li Sûriyê bibe û li hemberî Îranê be û ev yek sedema metirsiyên mezin çêdike û dibe ku bobelatên mezin bi ser Sûriyê de bihêne. Helbet em naxwazin ku çareserî leşkerî be û em piştgiriya rewşeke siyasî dikin. Eger ew dixwazin em bibin pelek di destên wan de wê demê em rê nadine wan û em ê ji bo hebûna xwe berevaniyê bikin.

Rûsya bi dagirkeriya Efrînê tawanbar e. Li ser çi bingehê hûn ê danûstandinê pê re bikin. Li gorî ku ew di krîza Sûrî de hêzeke xwedî bandor e?

Rûsyayê di Efrînê de em xapandin û niha jî hewldanên dijminatiya QSD’ê dike. Li benda derfetan e ku şerê me bike çawa ku şerê hêzên leşkerî li Xûtayê kir. Mebesta Rûsyayê ku hemû hêzan sitûxwar bike û qet nabe ku em planên wê piştguh bikin û divê ku em bi çavekî cidî lê binêrin. Senaryoya herî baş ew e ku em derfetan ji têkiliyên bi rikberiya Sûrî re (ya rasteqîn û ne di bin kontrola Tirkiyêyê de) çê bikin, da em hemû bi hev re çarenivîsa herêmên dî bin kontrola rikberiyê de deynin û li hemberî rêjîmê bi yek helwestê bin. Ev yek wê rêjîmê neçar bike ku li ser maseya giftûgoyan rûnê û bi vî awayî êdî Rûsya nema dikare berevaniyê di ber rêjîmê de ta dawiyê bike. Senaryoya din ew e ku hêzên rikberiyê xwe radestî rêjîmê bikin, ev yek tê wateya ku plana Rûsî bi ser dikeve. Ev tê bi şêweyekî neyinî, bi taybetî ku em destêwerdana Tirkiyêyê ya li dijî QSD’ê û Kurdan ber çav bihênin, lê wisa nabe bêyî ku Amerîka xwe ji Sûriyê vekişîne, bi baweriya min ev pêk nayê û Amerîkî wê hêzên xwe niha bihêlin.

Hin layan qala şerekî di navbera rêjîmê û QSD’ê de dikin, bi taybetî li derdora Dêra Zorê. Heta çi radeyê ev nirxandin rast in?

Li ber siha lihevkirina Amerîkî-Rûsî, ev yek qet ne gengaz e. Şer di navbera me û rêjîmê de wê biqewime dema ku Amerîkî xwe vekişîne, lê ev yek jî ne di rojevê de ye û helbet em naxwazin. Bi baweriya min, karê herî baş em bikin ew e ku em hevsengiya xwe di xeta rikberiyê de saz bikin. Wê demê wê Amerîka li pişt me be ta em rêxistina DAIŞ’ê ji Sûriyê bi temamî biqewitînin û wê zext li ser rêjîmê were kirin da gotbûbêjan qebûl bike û dest ji siyaseta xwe ya serdestî û zordarî berde.

Gelo wê dîsa gotûbêj ji bo çareserkirina krîza Sûrî li dar bikevin, û rengê wan çi be eger çê bibin?

Piştî lêdana li dijî rêjîmê (ya Amerîkî-Brîtanî-Fransî) wê zexteke siyasî çêbibe, çimkî bi daxwaza qada navnetewî bû û êdî qet nabe ku rêjîm were parastin, dema ku ew xêzên sor derbas bike û li dijî zagonên navneteweyî kiryaran bike. Ez bawer im ku wê hêzên mezin dest bi pêvajoyeke nû bikin, bi taybetî Brîtanya û Fransa ku ev herdu welat dîsa vegeriyane asta pêşengtiyê. Ev helwestên nû wê zextê li Rûsya û Îranê bike da rêjîmê neçar bikin ku bi çareseriya siyasî razî bibe û wê hêzên rojavayî hewl bidin ku nêzîkatiyê di navbera Meclîsa Sûriya Demokratîk û rikberiyê de çêbikin. Wê demê wê ti bihaneyên Tirkiyê nemînin û wê rewşa Efrînê vegere weke berê û meclîs û sazî yên nû çêbibin da penaber vegerin malên xwe di bin sîwana parastina hêzên koalisyona navnetewyî de û wisa derfet li danûstandinan vebin.

Gelo Meclîsa Sûriyeya Demokratîk li ser asta têkiliyên dîplomasî, bi taybetî li Ewropayê, dixebite?

Bi rastî me tiştekî girîng di vî warî de nekiriye, û gelek kêmasiyên me hene. Tenê me li ser seredanên şandên koalisyona navnetweyî ji bo herêmên me tekez dikir. Ya dî jî, em bi şerê li dijî terora DAIŞ’ê ve mijûl bûn û me giraniya xwe da damezirandina saziyên ku pêşwaziya penaberan û alîkariya wan dikin. Li vir li Ewropayê, rewşa Efrînê hişt ku gelê me derkevin kolanan û kiryarên dagirkeriya Tirkiyêyê ji raya giştî re diyar bikin. Weke min anî ziman, gelek kêmasî hene, divê em planekê amade bikin da hevdîtinên xwe li gel rayedarên Ewropî zêdetir bikin, ev yek pêdivdarî xebateke mezin e.

Hûn çawa helwesta Fransayê derbarê Sûriyê bi giştî û Rojava\Bakurê Sûriyê bi taybetî dinirxînin?

Beşdarbûna Fransayê di lêdanên li dijî bargehên kîmyewî yên rêjîma Sûrî nîşana rola wê ya nû da. Parîs pêşwaziya şandeya Rêveberiya Xweser kir û diyar kir ku ew amade ye da alîkariyan bike, her wiha hêzên xwe yên leşkerî şandin Minbicê da herêmê biparêzin. Ev amajeyên erênî ne ku wê Fransa bikarîbe nêzîkatiyê di navbera me û rikberiyê de çêbike û nearamiya Tirkî bidawî bike. Wisa di peyva serokê Fransî Macron de diyar bû dema got: "Welatê me bo çareseriya siyasî li Sûriyê amade ye, em têkiliyan bi hemû layanan re dikin, Rûsya, Îran, Tirkiyê û rêjîma Sûrî, da em bigihîjin rêkefinekê ji bo siberoja Sûriyê". Em Meclîsa Sûriya Demokratîk, piştgiriya vê helwesta Fransî dikin.

Gelo ti têkilî di navbera we û Amerîkayê de hene ji bo zanyariyan derbarê çareseriya siyasî ji rewşa Sûrî re?

Helwesta Amerîkî ji çareseriyê re ne zelal e. Şandeyên wan herdem ji me re tekez dikin ku piştgirî berdewam e, dibêjin ku hêj danûstandinên rasteqîn dest pê nekirine û soz dane ku wê cihê me li ser maseyê hebe. Wisa jî razîbûna xwe derbarê hebûna hêzên Erebî di çarçoveya QSD’ê de ku şerê DAIŞ’ê dikin eşkere dikin û li ser beşdariya Ereban di rêveberiya herêmên rizgarkirî de tekez dikin. Bi giştî, helwesta Amerîkî derbarê herêmên me pir baş e, helbet em jî têkiliyên wê bi Tirkiyê re ber çav dihênin û em hesaban ji vî tiştî re dikin.

Gelo ti projeyên we derbarê têkiliya bi rikberiya Sûrî re hene?

Herdem hewldanên me di vê mijarê de berdewam in, lê mixabin ti bersivên erênî nedane. Helwestên rikberiyê li ser berjewendiyên Tirkiyêyê ava dibin û li gorî vê şerê me dikin bi bihaneya ku hemû çalakiyên li herêma me dibin ên PYD’ê ne, tevî ku ev tişt qet ne rast e. Car caran em hin helwestên erênî ji kesayetiyên rikberiyê dibînin, lê mixabin nagihêjine serî, çimkî ajendeyên Tirkî li ser wan ferz dibin. Me Meclîsa Sûriya Demokratîk banga Hevdîtineke Niştimanî kir, ku hemû aliyên rikberiyê li ser bingeha parastina nirxên Sûrî li hev bicivin û rêkeftinê di nav de deynin û ev banga me bi şêweyekî eşkere kiriye û hêj jî em hêvîdar in ku li dengê me guhdar bikin.