Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

'Rihê berxwedanê yê Rêber Apo rih da me'

Ehmedê Reşît ku ji sala 1982'an ve Têkoşîna Azadiya Kurd nas dike û bi salan e ji bo azadiyê xebat dike got, ''Rihê berxwedanê yê Rêber Apo, Mazlûm Dogan û Kemal Pîr rih da me.''

Ehmed Reşîd ê ji Kobanê wiha behsa bîranînên xwe yên salên 1981-1982'an dike ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurd nas kiribû: ''Min Tevgera Azadiyê ya Kurd di navbeyna salên 1981-1982'an de bi şehîd Omer Beg (Selman Xelxûrî) nas kir. Pişte çûme Şamê û bi şehîd Rûstem Cûdî û şehîd Hamza têkoşîn xweştir nas kir.

Sala 1986'an birayê min şehîd Kêfo û hin hevalên me li li dîmenên Rêber Ocalan guhdar dikirin. Piştre çûme gund û tevlî nav xebaten têkoşînê bûm. Wê demê kesekî bi navê Mamoste Osman hebû, em bi hev re dixebitîn. Em diçûn nav gel me behsa şehîdên me û têkoşîna li çiyayan dikir. Em bi moral û hêzeke mezin dixebitîn.''

Ehmedê Reşît diyar kir sala 1989'an li gel hevjîna xwe û kurê xwe Egîd çûne Akademiya Mahsûm Korkmaz û got, ''Me heval Cuma dît lê Rêber Ocalan nedît. Sala 1990'î em dîsa çûn û vê carê me Rêber Apo û heval Cuma dît. Dema ku Rêber Apo diaxivî, me digot em nû çêbûne û dijîn. Her wiha sala 1993'an li gel şehîd Zamanî û komên sînor em dîsa çûne cem Rêbertî.''

Sala 1994'an min dîsa Rêbertî dît. Beriya wê Rêbertî li nêzî me bû lê min nedît. Ji bo ku min ew nedît bi saetan giriyam. Min herî dawî 27'ê Mijdara 1997'an Rêber Apo dît. Rêbertî ne mirovekî jirêzê bû. Dema ku du hevokên Rêber Ocalan digihaşte raya giştî ji bo ku dizanîbûn ku wê siyaseta cîhanê biguehre û ji bo wan bibe mirin bi salan tecrîdê li ser datînin. Em tecrîda li Imraliyê qebûl nakin.

Ehmedê Reşît diyar kir sala 1994'an rejîma Sûriyê li Helebê ew destgîr kirine û got, ''Dema lêpirsînê ji min pirsîn bê ka ez Apoyî me yan na. Min jî got, ''Apoyî li ir nînin, ew li çiyayan in'' û min hewl da ku xwe nedim diyarkirin. Di lêpirsînê de pir êşkence li min kirin. Her wiha gotin, 'li mala te çek hene'. Hewce bike weke Mazlûm Dogan, Kemal Pîr û Omer li zindanan canê xwe bidim bes bila derheqê hevalan agahî nekeve dest wan.

Wê demê dema ku hêzên dewletê ew digirin 30 rojan nedixebitîn, li ser wan lêkolîn dihate kirin. Lê min ev qebûl nekir. Min xebat li erdê nehişt. Dema ku çûme malê, ji bo ku çeka ku îdîa dikirin derxînînin li dora mala min çalak kolan e, bi qasî deh metroyan û 32 leşekr anîne.

Li zindanên Tirkiyê zexteke giran li ser girtiyan heye. Di serî de Imralî divê li girtîgehên Tirkiyê lêpirsîn were kirin. Raya giştî ya cîhanê divê li bara vê rewşê bêdeng nemîne. Du xwîşkên min ên bi navê Rêvan û Sakîne ev 25 sal in li girtîgehan girtî ne.''