Rêxistinên civakî yên Efrînê ji bo 1'ê Îlonê daxuyaniyek dan

Rêxistinên civakî yên sivîl ên Efrînê bi wesîleya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bal kişandin ser hovîtiya ku dewleta Tirk a dagirker li Efrînê dike û li dijî vê yekê bang li saziyên pêwendîdar ên navneteweyî kirin.

Rêxistinên civakî yên sivîl ên Efrînê, ku ji ber dagirkeriya dewleta Tirk li kampa Serdemê ya herêma Şehbayê ne, bi wesîleya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyaniyek dan.

Daxuyanî bi zimanên Erebî û Kurdî ji aliyê endamên rêxistinên civaka sivîl Şêrîn Hesen û Avdar Elo ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, tevî ku şerê li Sûriyeyê ketiye sala 10'an mizgîniyek ji bo aştiyê nîne, berevajî; gelên Sûriyeyê hîn bêhtir êşê dikişînin û nikarin nêrînên xwe yên rewa yên aştiyane vebêjin ji bo dawî li vî şerî bê anîn.

Saziyan diyar kirin ku kuştin, revandin, koçberkirin û girtina mirovan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker, komên wê yên çekdar û rejîmê ve dewam dikin.

Di dewama daxuyaniyê de işaret bi tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin û daxwaza bidawîkirina tecrîdê hate kirin.

Her wiha bi navê rêxistinên civakî yên sivîl ên herêma Efrînê bang li Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku bi erka xwe ya exlaqî û mirovî rabin û pêşî li çareseriyeke bi rengê aştiyane vekin.

Di daxuyaniyê de hovîtiya ku dewleta Tirk tevî leşker û çeteyên xwe li Efrînê dike hate bibîrxistin û bang li rêxistinên pêwendîdar ên mafên mirovan û aştîxwaz hate kirin ku pêşî li van binpêkirinan bigirin. Her wiha hate xwestin ku ji bo vegera koçberan li warê xwe, bi taybetî vegera Efrîniyan derfetan biafirînin.