Rewşa sivîlê ku dewleta Tirk li Şêrawa birîndar kir, giran e

Hat zanîn ku rewşa sivîlê ku di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser gundê Bênê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê de birîndar bûbû, giran e.

Balafireke bêmirov a bombebarkirî ya dewleta Tirk a dagirker duh malek û nuqteyeke hêzên hikumeta Şamê yên li gundê Bênê yê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê bombebaran kiribûn.

Di encama bombebaranê de sivîlê bi navê Îse Ehmed birîndar bûbû.

Rayedarên Nexweşxaneya Avrîn da zanîn ku rewşa Îse Ehmed giran e û di bin çavdêriya taybet de ye.