Rêveberiya xweser: Zêdeyî 300 hezar sivîl neçar man koç bikin

Rêveberiya Xweser ragihand ku ji ber êrişên dewleta Tirk 300 hezar sivîl neçar man koç bikin û 86 hezar xwendekar jî ji mafê xwe yê perwerdeyê bêpar hatin hiştin. Rêveberiya xweser îdîaya dewleta Tirk a dagirker derewand ku dibêje 'sivîl vegeriyan'.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê beriya niha bi çend kêliyan di civîneke çapemeniyê de ku li Navenda Daîreya Têkiliyên Derve ya li bajarê Qamişlo bi beşdariya serokê Buroya Kar û Barên Rêxistinên Mirovî û nûnerên Heyva Sor a Kurdî li dar ketiye, daxuyaniyek parve kir.

Daxuyanî ji hêla serokê buroyê Abdulqadir Miwehed ve hat xwendin.

Daxuyaniya Buroya Kar û Barên Rêxistinên Mirovî wiha ye:

“Ji destpêkirina êrişên dewletaTirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve, pêla koçberiyeke mezin a şêniyan ji gund û bajaran çêbû. Hejmara koçberan gihaşt zêdetirî 300 hezarî. Her wiha ji wê zêdetir jî 86 hezar xwendekar ji xwendinê bê par man.”

Abdulqadir Miwehed di daxuyaniyê de eşkere kir ku raporên ku ji hêla rêxistinên navdewletî ve der barê koçberan de derdikevin, ne zalal in û îşaret pê kir ku gotegot û angaştên ku koçber piştî ku dewleta Tirk û çeteyên wê herêm dagir kiriye ku vegerîne malên xwe, ne rast in.