Rêveberiya Xweser: WHO’yê kesekî bi vîrûsk ketibû ji me veşart
Komîteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser, destnîşan kir ku WHO’yê li Sûriyeyê kesekî ku bi şewba Koronayê ketibû ji wan veşartibû.
Komîteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser, destnîşan kir ku WHO’yê li Sûriyeyê kesekî ku bi şewba Koronayê ketibû ji wan veşartibû.
Komîteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriye ya daxuyaniyek nivîskî parve kir, diyar kir ku Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) li herêma di bin kontrola hikûmeta Sûriyeyê de agahiyên têkildarî şewba koronayê bi wan re parve nekiriye.
Komîteyê di rapora xwe de destnîşan kir ku Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) kesek ji bajarê Hesekê (53) li nexweşxaneya Wetanî ya bajarê Qamişo ya di bin kontrola hikûmeta Sûriyê de ji ber Koronavîrusê jiyana xwe ji dest da û got: “Rêxistinê di rapora xwe de destnîşan kir ku ew kes 22‘yê Adarê bi vîrusê ket û derbasî nexwexşaya taybet hate kirin. Di 27‘ê Adarê de ji bo nexweşxaneya Wetanî ya bajarê Qamişlo hate veguhestin, Di 29‘ê Adarê de nimûmeya wî nexweşî şandin Şamê û roja 2‘yê Nîsanê jiyana xwe ji dest da. Piştre encamên testên derket ku bi vîrusê ketiye.
Desteya Tenduristiyê anî ziman ku Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ji belavbûna Koronayê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berpirsyar e. Ji ber ku agahî neda aliyên têkildar ên Rêveberiya Xweser, tevî ku dizane ku hikûmeta Sûriyê bi cidiyet bi Rêveberiya Xweser li hemberî vîrusê hevkariyê nake.