Rêveberiya Xweser: Wê genim û pembû ji cotkaran bê kirin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku dê îsal hemû berhemên genim û pembû ji cotkaran bikirin.

Hevserokê Desteya Çandinî û Avdaniyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ehmed Yûnis diyar kir ku ew ê di vê demsalê de hemû berhemên genim û pembû ji cotkaran bikirin.

Ehmed Yûnis anî ziman ku biryara kirîna tevahî hilbirînên genim û pembû ji cotkaran piştî gelek civînan hate dayîn û got: "Armanca vê biryarê parastina depoya stratejîk a genim û pembû ye."

Rêveberiya Xweser heta niha buhayên genim û pembû diyar nekiriye.

Rêveberiya Xweser par derdora mîlyonek û 300 hezar ton genim wergirtibû. Buhayê kîloyekê 43 sentên Emerîkî bû.