Rêveberiya Xweser: Tê xwestin Qetlîama Seyfo dîsa were kirin
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di salvegera 106’emîn de derbarê Qetlîama Seyfoyê daxuyaniyek weşand.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di salvegera 106’emîn de derbarê Qetlîama Seyfoyê daxuyaniyek weşand.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya salvegera 106`an Qetlîama Seyfo ku di 15’ê Hezîranê de ji aliyê Osmaniyan ve li dijî Suryanên Asûrî pêk hat de, daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin
"Hebûna Osmanî li herêmê bi hovîtiyê hate naskirin. Ji ber ku gelek komkujî li dijî gelên herêmê pêk anîn, ji komkujiya Dêrsim bigire û heta komkujiya Beyrût, Qahîre, Kerbela, Ermen û Seyfo ku li dijî Suryanên Asûr di 15`ê Hezîranê de pêk anîbû.
Îro piştî ku ev 106 sal derbas bûn, Erdogan hê jî dixwaze împaratoriya Osmanî vejîne. Îro para mezin bi rêya sûcên li tevahî Sûriyeyê û herêmê pêk tîne. Dixwaze li her deverê kirinên bapîrên xwe vejîne ji ber wê yekê tevahî herêmê dike hedef. Herêmên Xirstiyanan yên li Sûriyeyê dike hedef. Ev jî hewldaneke rast ji bo dûbarekirina komkujiyên Seyfo ye lê belê bi rêbazên nû û hovîtir e.
Di demeke ku em hemû qurbanên komkujiya Seyfo û tevahî qurbanên komkujiyên ku ji aliyê dewleta Osmanî û dewleta Tirk ve pêk hatine bi bîr tînin de, em Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga aktîfkirina tedbîrên qanûnî dikin da ku hesab ji her kesê ku tevlî qirkirina gel û pêkhateyên herêmê bûne bixwazin. Ji ber ku paşguhkirina civaka navneteweyî ji van sûcan re dibe sedem ku zêdetir qurbanî werin dayîn û şêwazên qirkirinê yên bi pêş bikevin.
Em ji gelê xwe re bi hemû pêkhateyên wê ve pişterast dikin ku şêwazê parastina nasname, hebûn û berxwedana li hember hewldanên qirkirinê nexasim ji aliyê dewleta Tirk ve, hevgirtin û yekitiya têkoşînê ye. Ji ber hevgirtina di navbera pêkhateyan de şêwazê ber bi misogeriya nasnameya me ya hevbeş û parastina hebûna me ye, her wiha hevgirtin ji bo hesabxwestina ji kesên ku rêbazên qirkirinê di nava dîrokê de bikar anîne, hêzeke mezin e."