Rêveberiya Xweser: Serketina gelan û mirovahiyê ye

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê: Serketina li Baxozê ne tenê ya QSD'ê ye, her wiha ya gelan û mirovahiyê ye. Serketina şaristaniyê li dijî tarîtî û hovîtiyê ye.

Di salvegera yekemîn ya ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) a serkeftina li dijî rêxistina DAIŞ’ê û tunekirina wan di aliyê cografîk de li bajarokê Baxozê bi hevkariya hêzên Koalîsyona Navneteweyî, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir.

Di daxuyaniyê de îşaret bi van xalan hat kirin:

Di ser ragihandina serkeftina mezin li dijî rêxistina DAIŞ`ê ya terorî re li bajarokê Baxozê, salek derbas bû. Ew serkeftina mezin ku hebûna rêxistina herî terorî di dîroka mirovahiyê de tune kir û erdnîgariya dawî ji çeteyan rizgar kir, her wiha bi hezaran sivîlên bêguneh ku DAIŞ`ê jiyan li wan tarî kiribû, rizgar kirin.

Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û piştre Hêzên Sûriya Demokartîk (QSD) li dijî çeteyên DAIŞ`ê bi lehengî li ber xwe da û bi hezaran şehîd feda kirin, da ku rê li pêşiya komkujiyan û qirkirina etnîk a bi destê çeteyan bigire. Destana xweragirtinê li Kobanê dest pê kir, ku destpêka dawiya vê rêxistina terorîst bû ku piştgiriyeke mezin a leşkerî û mirovî digirt. Li Kobanê bi saya fedekariyên hemû pêkhateyan û bi beşdarûna aliyên kurdistanî her wiha bi piştgiriya hemû azadîxwazên cîhanê, DAIŞ tune bû.

Serkeftina Baxozê, rêxistina DAIŞ`ê ku Mûsil û Reqa dagir kiribû û li dijî gelê me yê Şengalê komkujî pêk anî, tune kir. DAIŞ`ê dirûşmeya "mayînde ye û belav dibe" hildida û bi hêzek leşkerî ya pêşketî xwe xurt dikir, her wiha çekdarên ji hemû welatên cîhanê li dor xwe kom dikir û xwedî tecrûbeyên teknîkî, piştgirî û çavdêriya ji istîxbaratên Tirkiyê bû. Ji ber vê yekê ev rêxistin li ser tevahî cîhanê gefeke mezin bû.

Serkeftina destanî li Baxozê ne tenê serkeftina QSD`ê, pêkhateyên herêmê û Koalîsyona Navneteweyî bû, lê belê serkeftina hemû mirovahiyê bû. Serkeftineke ji bo rêwîtiya şaristaniyê ya li dijî hovîtî, kuştin û tariyê bû.

Salvegera serkeftina dîrokî ya li Baxozê di demekê de tê ku ev rêxistin careke din hewl dide ku bermahiyên xwe kom bike û refên xwe bi rêxistin bike. Her wiha ji dagirkirina dewleta Tirk a ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re sûd digire, da ku karibe êrişên li dijî sivîlna dewam bike û kiryarên kuştin û talankirinê li gund û bajarên ewle pêk bîne.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi rêya êrişan û dagirkirina herêm û bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi her şêwazî piştgiriyê didin mayîndebûna çeteyên DAIŞ`ê û hêviyên rêxistina terorîst xurt dikin, da ku careke din bi hêz bibe . ji aliyê xwe ve çete mijolbûna Hêzên Sûriye Demokratîk bi parastina herêmên xwe li dijî dewleta Tirk li aliyê bakur, bi kar tînin û ji başûr ve bi destekdayîna leşkerên Tirk û çeteyên girêdayî wan û kesên xwefiroş, êrişan li dijî QSD`ê pêk tîne.

Her wiha hebûna bi hezaran girtiyên DAIŞ`î di girtîgehên Rêveberiya Xweser de û hebûna bi hezaran jin û zarokên wan, ger karibin birevin dê xeteriyeke mezin li ser tevahî cîhanê ava bikin. Her wiha dê rê bide rêxistinê ku li çawaniya rizgarkirina wan girtiyan bigere û ji nû ve wan di şerê xwe de bi kar bîne.

Ew çete bombe ne ku nayê zanîn kengî biteqin û divê bi zanabûn, baldarî û bi piştgiriya navdewletî bi wan re bê dan û standin.

Em bang li civaka navneteweyî dikin ku çareseriyekê ji wan girtiyan re bibîne û barê wan tenê navêje ser milê Rêveberiya Xweser û saziyên wê, lê belê divê destwerdanê bike û dadgeheke navdewletî ava bike û sûcdaran pêşkêşî edaleta navneteweyî bike. Her wiha divê ji bo ji nû ve avakirina herêmên ji DAIŞ`ê hatine rizgarkirin, bernameyekê deyne û şêniyên ku rastî zulma DAIŞ`ê û hemû siyasetên rêxistina terorîst di dema serweriya wî de hatine, ji nû ve bi rêxistin bike.”