Rêveberiya Xweser sê zarok teslîmî Nîjeryayê kir

Federasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sê zarokên sêwî yên malbateke ku têkiliya wan bi DAÎŞ’ê re heye, teslîmî delegasyona ji Nîjeryayê kir.

3 zarokên DAÎŞ`î yên ji Nîjeryayê radestî nûnerên Wezareta Karên Derve ya Nîjerya hat kirin. Radestkirin li navenda Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li bajarê Qamişlo bi civîneke çapemeniyê pêk hat.

Nûnerên ji Wezareta Karên Derve ya Nîjeryayê Mûsa Hebîb Marîka, Iyad Mihemed El-Mûdî, Hevserokê Buroya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Abdulkerîm Umer, Cîgirê Hevserokatiya Buroya Derve Fener Kiêt, beşdarî civîna çapemeniyê bûn.

Radestkirina zarokên çeteyan piştî civîna çapemenî ku di navbera şandeya Nîjerya û Buroya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat kirin, pêk hat. Di civîna çapemeniyê de Fener Kiêt destnîşan kir ku her sê zarok ji aliyê şandeya Nîjerya ve hat îsbatkirin ku ew ji Nîjeryayê ne, wê radestî şandeyê werin kirin. Her wiha Fener tekez kir ku divê hikûmeta Nîjeryayê tedbîrên pêwîst ji bo ji nû ve amadekirina her sê zarokan û tevlîbûna wan ji nava civakê re, bigire.

Nûnerê Wezareta Karên Derve ya Nîjerya Mûsa Hebîb Marîka îşaret bi alîkariya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi wan re kir û spasiya hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û berpirsên ji Rêveberiya Xweser li ser vê insiyatîfa mirovî kir û teqez kir ku hikûmeta Nîjerya bi hevkariya di navbera Rêveberiya Xweser berdewam heta ku bigihêjin hemû jin û zarokên ji Nîjerya ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne û wiha dewam kir: "Me lîsteyên navên hemû kesên ji Nîjeryayê û di kamp û girtîgehan de xwest da ku em lêkolînê der barê vegera wan de bikin."

Wezareta Karên Derve ya Hikûmeta Nîjerya Mûsa Hebîb Marîka got ew ê tenê jin û zarokan werbigirin. Her wiha got welatê wan vegerandina welatiyên xwe yên ji çeteyên DAIŞ`ê û li gel QSD`ê girtî ne, red dike. Mûsa Hebîb Marîka diyar kir ku hikûmeta Nîjerya wê piştgiriyê bide rêveberiyê da ku hesab ji çeteyên DAIŞ`ê were xwestin.

Di dawiya civînê de her du aliyan kaxezên radestkirina her sê zarokan îmze kir.

Cara herî dawî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 19`ê Tebaxa derbasbûyî 4 zarokên ku ji Elmaniyayê radestî hikûmeta welatê wan kiribû.