Rêveberiya Xweser piştgirî da HDP’ê: Divê dewleta Tirk were darizandin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ber doza Kobanê ya li HDP’ê hatiye vekirin, daxuyanî da. Rêveberiya Xweser bangî civaka navneteweyî kir û got “Divê doz li dewletê Tirk were vekirin.”

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya herêma Firatê daxuyaniyek da raya giştî û tê de sûcên AKP’ê yên li dijî endamên HDP’ê şermezar kirin.

Endamên saziyên sivîl ên herêma Firatê tevlî daxuyaniyê bûn.

Hevseroka Meclisa Edaletê ya herêma Firatê Nusra Xelîl û hevseroka Meclisa Rêveber a herêma Firatê Fewziye Ebdî daxuyanî li pêşiya avahiya Meclisa Rêveber a Kobanê xwend. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

"Di destpêka sala 2014’an de li Rojava, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li 3 kantonên Cizîr, Efrîn û Kobanê hate damezirandin. Di destpêka avabûna kantonê de, Kobanê rastî êrîşên Artêşa Azad, Cebhet El-Nusra û piştre jî rastî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê hat. Êrîşa herî mezin jî di 15’ê Îlona 2014’an de pêk hat. Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) li ser banga me xwedî li berxwedana Kobanê derket û serferberî ragihand. HDP’ê bêyî ku qanûn û pergala Tirkiyeyê binpê bike, li gor pîvanên Saziya Mafên Mirovan tevgeriya, kamp ji gelê me yê koçber re vekir û birîndarên şer derman kirin.

Piştî derbasbûna salan di ser piştgiriya HDP’ê ya bi Kobanê re, dosya ku AKP’ê vekiriye, ji aliyê pergala daraza Tirk ve hat qebûlkirin. Bi bihaneya piştgiriya HDP’ê ya bi Kobanê re, dewleta Tirk a qaşo pirreng û demokrat e, ew doz kir dozeke siyasî û derveyî qanûn û pîvanên mirovan. Tirkiyeyê bi vê darizandinê dixwaze tola têkçûna DAIŞ’ê ji Kobanê hilîne. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê xwestibû ku hevserokê berê yê HDP’ê parlementer Selahattîn Demîrtaş  serbest were berdan.

Piştigriya HDP’ê ji bo me gelê Kobanê rizgarkirina ji komkujiya DAIŞ’ê ye. Ji lew ra îro careke din li ser Kobanê em bang li dadgeha Ewropayê, rêxistinên mafên mirovan dikin ku careke din ji Tirkiyeyê bixwazin girêdayî biryarên ku dadgehên Ewropayê derxistine be û edalet pêk were."