Rêveberiya Xweser peymana civakî pejirand
Meclîsa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê peymana civakî pejirand.
Meclîsa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê peymana civakî pejirand.
Meclîsa Giştî ya Rêveberiya Xweser îro civîna xwe ya asayî ya 90‘î li dar xist û peymana civakî ya ku rojên borî ji aliyê Komîteya Berfereh a Desteya Peymankar ve hatibû pêşkêşkirin, pejirand.
Di civîna li hola civînan a avahiya Rêveberiya Xweser a Reqayê de hat lidarxistin de, Desteya Serokatiyê ya Meclîsa Giştî ya Rêveberiya Xweser, nûnerên meclîsên qanûnsaz yên 7 herêman, amade bûn.
Cîgirê hevserokatiya Meclîsa Giştî ya Rêveberiya Xweser Yasir El Silêman 134 bendên peymanê yek yek xwendin û ji aliyê beşdaran ve hatin nirxandin.
Di dawiya civîn de Meclîsa Giştî peyamn pejirand. Ji dîroka derxistina wê dê bikeve meriyetê.