Rêveberiya Xweser: Metoda rejîma Sûriyeyê xizmeta çareseriyê nake

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku metoda rejîma Sûriyeyê xizmeta çareseriyê nake.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û derbarê peymana di navbera QSD û hikumeta Sûriyeyê de ev tişt hate diyar kir.

“Lihevkirina ku di navbera Fermandariya Giştî ya QSD’ê û artêşa Sûriyê ya bi garantiya Yekîtiya Rûsyayê re pêk hatiye, parastina sînor û serweriya Sûriyê ji dewleta Tirk a dagirker e. Di vî warî de Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Fermandariya Giştî ya QSD’ê eşkere kir ku ev lihevkirin tenê ji bo parastina sînor û serweriya Sûriyê ye. Tu lihevkirin derbarê saziyên Rêveberiya Xweser û xebatên wê de pêk nehatin. Lê berovajî wê rêveberî xebatên xwe bidomîne û karkerên tê de jî erkên xwe yên li her saziyekê pêk bînin. Her wiha jî rêveberiyê li gel wê jî banga diyalogê kir.

Fermandariya Giştî ya QSD’ê û Rêveberiya Xweser nermbûneke mezin pêk anî û destê xwe dirêjî destpêkirina çareseriyeke rastîn a loziya Sûriyê kir. Ew jî dema ku rêveberiyê ragihandiyê ku ji diyaloga bi desthilatê Sûriyê yê li Şamê re derbarê tevahî alî û rewşa nexşerêyê ku bibe korîdora ewle ya çareserkirina aloziya Sûriyê de, amade ye.

Di vê çaroveyê de hin saziyên desthilata Şamê weke parastin, hundirîn û perwerdê xîtabî ferdên li herêmên Rêveberiya Xweser bi cih bûne kir ku wê rewşên teror û sûcdaran jî sererast bikin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dubare xwesteka diyalogê û çareseriyê kir. Lê ev rêbaza ku derketiye, nakeve xizmeta çareseriya siyasî, berovajhî aloziyê dirêjtir û girêktir dike. Divê desthilata Şamê heke di çareseriya aloziya Sûriyê de cidî ye, eşkere ragihîne û xîtaba xwe bi şêweyekî zelal li saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re bike.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetirî 11 hezar şehîd û zêdetirî 24 hezar birîndar di şerê DAIŞ’ê û têkbirina wê de dan. Hê jî rojane gelek qurbaniyan didin. Kêmî nîvê rûbera Sûriyê ji rêxistinên terorîst rizgar kir. Me xizmetguzarî ji şêniyên ku bi sedema terora ku Erdogan aniye Sûriyê mehrûmbûne re, pêşkêş kir.

Ev tenê ji bo parastina yekitiya Sûriyê û biratiya gelan a ku herêmên me pêk hatiye. Rojekê jî li dijî yekitiya welat û serweriya wê nexebitiye. Çeka me li hember terorê bû. Me destê xwe dirêjî gelên Sûriyeyê kiribû. Wê her tim jî ji bo parastina destkeftiyên gel ku bihayeke mezin di oxira wan de dane, têkoşîna xwe dewam bike.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji diyaloga bi tevahî aliyên re amade ye ku bigihîne çareseriya siyasî ku armancên gel ên ji bo wan têkoşîn kirine, pêk bîne. Wê bi tevahî hêza xwe bixebitin da ku bigihîjin Sûriyeyeke demokrat a pirrengî ya nenavendî ku maf û azadiya tevahî şêniyan pêk bîne.”