Rêveberiya Xweser li dijî êrîşên dagirkeriyê banga xweparastinê kir

Rêveberiya Xweser destnîşan kir ku dewleta Tirk xizmetê ji terorê re dike û got: “Em bang dikin ku xwedî li saziyên xwe, parastinê û xweparastinê derkevin.”

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî êrîşên duh derengiya şevê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê, daxuyaniyeke nivîsekî weşand.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Dewleta Tirk a dagirker siyasetên xwe yên sûc li dijî herêmên me didomîne, navendên xizmetguzariyê û binesaziya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike armanc. Dewleta Tirk derengiya şevê herêmên Tirbespiyê, Rimêlan, Dêrik û Çilaxa bombebaran kir. Armanca van êrîşan diyar e ku ewlehiya herêmê xirab bike û xeteriyên rasteqîn li ser hewldanên têkoşîna li dijî terorê çêbike û rê li pêşiya çareseriyê bigire ku şert û mercên wê li herêmê peyda dibin.

Êrîş berdewama xeta qirkirin, koçberkirina şêniyan û valakirina herêmê ye. Ev siyaeteke qirêj e, divê hişyarî li hemberî wê û xetereyên wê werin kirin. Em diyar dikin ku divê ev êrîşên li ser herêmên me werin sekinandin. Her wiha em diyar dikin ku encamên êrîşan li ser tevahî herêmê xetere ne û xizmeteke bê berdêl ji bo vegera terorê ye, di heman demê de hewldanek ji bo pêşxistina nakokiyên etnîk e ku Tirkiye heta vê kêliyê nekarî derxe. Tirkiye bi awayekî aşkere dixwaze sûdê ji bûyerên li herêmê rû didin bigire û dek û dolabên xwe li dijî gelê me pêk bîne. Her wiha dixwaze gelê Tirk bixapîne û berê wan ji têkçûna xwe bikişîne.

Em bang li tevahî hêzên çalak ên li Sûriyeyê dikin ku xetereya van êrîşên ne rewa û encamên wê yên neyînî I ser hewldanên peydakirina îstiqrarê li herêmê nas bikin. Her wiha ev êrîş, li ser xebatên birêxistinkirina civakî û peydakirina çareseriyeke demokratîk li herêmên me û hewldanên tunekirina terorê û fikrê tundraw gef in. Divê rêxistinên hiqûqî û mirovî bi erkên xwe rabin û berpirsyariyên xwe bînin cih ji bo ku rê li pêşiya van êrîşan bigirin. 

Em bi gelê xwe hene ku armancên êrîşan û siyasetên dijminane yên li dijî herêmê nas bike. Em bang dikin ku xwedî li saziyên xwe, parastinê û xweparastinê derkevin. Ji bo parastin û serkeftina projeya neteweya demokratîk û xwişk û biratiya gelan, jiyana hevbeş, erkên xwe bînin cih. Projeya gelê me, vîn û îsrara wê rêya ber bi serkeftinê ye û têkbirina tevahî projeyên qirkirinê ye."