Rêveberiya Xweser ji ber vîrûsê nerazîbûn nîşanî rejîma Sûriyeyê da

Komîteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser, nerazîbûn nîşanî rejîma Sûriyeyê da ku kesên testa pêwîst li wan nehatiye kirin bêyî agahiyê bide wan xistine herêmê.

Di daxuyaniya Desteya Tenduristiyê de ya têkildarî mijarê wiha hate gotin:

"Roj bi roj li seranserê cîhanê hejmara kesên bi Koronavîrusê dikevin, zêdetir dibe û gihaştiye milyon û 380 hezar haletan, ji wan zêdetirî 75 hezar kes mirine û hê hejmara kesên dibine qurbanî û bi vîrusê dikevin, bilind dibe.

Hikumeta Sûriyê beriya niha ragihand ku 19 kes bi Koronavîrusê ketine, ji wan 2 kes mirine, li gel vê yekê taxa Sitî Zeyneb û gundê Minîn ên Şamê xistine karantînayê, her wiha SOHR`ê ragihand li parêzgehan hin kesên bi vîrusê ketine, nehatine eşkerekirin, di heman demê de hin ji wan bi rêbazên nefermî derbasî welat bûne.

Rêveberiya Xweser bi armanca pêşîlêgirtina belavbûna Koronavîrusê ji 23’yê Adarê ve qedexeya derketina derve ragihandiye, li gel vê yekê li gorî derfetên xwe pêşî li belavbûna vîrusê digire, lewma deriyên sînor hatin girtin û tenê balafirgeha Qamişlo ya ku bi rêya wê rêwî derbasî herêmên Rêveberiya Xweser dibin, vekirî ye.”

Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji bo parastinê rêwiyên bi rêya balafirgeha Qamişlo tên, rastî lêkolînan tên û ber bi cihên karantînayê ve têne şandin da ku selametiya wan were tekezkirin, lê hikûmeta Sûriyê naxwaze bibe alîkar, bi biryarên xwe yên şaş jiyana gelê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya derbaskirina sivîlan ji herêmê re dixe xetereyê û ev yek tê kirin bêyî ku agahiyê bidin Rêveberiya Xweser û testên pêwîst werin çêkirin da ku selametiya wan were tekezkirin.

‘HIKÛMET PÎVANÊN PARASTINÊ BINPÊ DIKE’

Di daxuyaniyê de bêrêzdariya hikûmeta Sûriyê ji jiyana mirovan re hate rexnekirin û hat gotin ku Desteya Tenduristiyê berpirsyariyê dixe ser milê hikûmeta Sûriyê ku heger tu kes li herêmê bi vîrusê bikeve, ji ber ew pîvan û tedbîrên parastina ji vîrusê binpê dike û rêwiyan derbasî herêmê dike. Desteyê di daxuyaniya xwe de bang li xwendekarên ku derbasî herêmê dibin ku berjewendiyên gel û xizmên xwe bigirin ser ên xwe û tedbîrên pêwîst bigirin û testan çêkin, ji ber ew nûnertiya pêşerojê dikin.

7`ê Nîsanê balafireke rêwiyan ji Şamê gihaşt balafirgeha Qamişlo û gelek sivîl tê de bûn. Ji wan 6 kes ji aliyê Tîmên Awarte yên girêdayî Şaneya Aloziyê ve rastî testan hatin da ku ji selametiya tekez bikin lê berpirsên balafirgehê hejmarek ji rêwiyan bi awayekî veşartî derbasî bajêr kirin da ku rastî testan neyên û wan nexin navendên karantînayê.