Rêveberiya Xweser: Hikumeta Şamê li pêşiya çareseriyê dibe asteng

Midûriyeta Karên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku hikumeta Şamê xwe ji berpirsyariyê dide alî û li pêşiya çareseriya krîzê dibe asteng.

Midûriyeta Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro têkildarî îdîayên hikumeta Şamê yên li dijî Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ku wan bi girêdana aliyên derve sûcdar dike, daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

"Rejîma Sûriyeyê siyasetên xwe yên derxistina aloziyên hundirîn û kişanda bala raya giştî ser mijarên ku bingeha wê tune ne, didomîne. Ev yek di nameya Wezareta Karên Derve û Koçberan a hikumeta Şamê de ya ji bo Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) û serokê Meclîsa Ewlehiyê girêdayî êrîşa hewayî ya li dijî bajarê Dêra Zorê û herêma El-Bû Kemalê, diyar bû.

Rejîmê bi xîtaba xwe ku komplo li dijî wê tên kirin, ji pêkanîna erkên xwe û çareserkirina aloziyê direve. Heta niha jî bi xîtab û helwestên xwe yên paşguhkirina rewşa Sûriyeyê ve girêdayî ye.

Aloziya ku endamên rejîmê li Qamişloyê di hefteya borî de derxistiye, tawanên ku Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê yên li dijî Rêveberiya Xweser û QSD'ê ku weke 'amûrên Amerîkayê' sûcdar dike, girêdana rêzebûyerên ku li herêmê pêk hatine, tê wateya ku ew ji pêkanîna berpirsyariyên xwe, xwe dide alî.

Dema ku em li ser serxwebûna rêveberiya xwe û biryara xwe ya siyasî û leşkerî piştrast dikin, em destnîşan dikin ku divê rejîma Sûriyeyê ji siyasetên xwe yên ku tenê wêranî ji Sûriyê re aniye, berde. Helwestên xwe yên li hemberî bûyerên li Eyn Îsayê û hevkariya xwe bi dagirkera Tirk re ji bo radestkirina herêmên din ên Sûriyeyê ji Tirkiyê re, zelal bike.

Em piştrast dikin ku bikaranîna zimanekî wiha û van siyasetan, li pêşiya çareseriyê û diyalogê dibe kelem û aloziya li Sûriyê kûrtir dike. Ya çêtir ew e ku rejîm dev ji van xîtabatan berde û berpirsyariyên xwe pêk bîne.

Em ê xebatên xwe li gorî rêgez û armancên ku em pê bawer dikin, bidomînin. Hewldana me jî Sûriyeya demokratîk a pirreng a nenavendî ye. Em tevahiya teşeyên girêdana bi aliyên derve red dikin. Em bi rola xwe ya nîştimanî ya Sûriyeyê û armancên ku hewl didin ji bo Sûriyeyê pêk bînin, serbilind in."