Rêveberiya Xweser: Herêmên dagirkirî wê bên azadkirin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi wesîleya salvegera duyemîn a damezrandina xwe, li Reqayê civîneke çapemeniyê li dar xist. Di civînê de hate destnîşankirin ku herêmên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin wê bên azadkirin.

Hevserokên Meclîsa Rêveber Bêrîvan Xalid û Ebîd Hamîd El Mîhbaş li Navenda Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a li Reqayê civîneke çapemeniyê li dar xistin. Hevserokên Meclîsa Giştî Ferîd Etê û Sîham Qeryo û Hevserokê Meclîsa Edaletê ya Rêveberiya Xweser Îmad Keraf jî di civînê de amade bûn.

Daxuyanî ji aliyê Sîham Qeryo ve hate xwendin. Daxuyanî wiha ye:

"Bi boneya salvegera duyemîn a damezirandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li tevahî şênî û pêkhateyên gelê Sûriyê bi giştî pîroz dikin. Ev rêveberî, ji encama têkoşîna aştî ya demokrasiyê ya ji destpêka aloziya Sûriyê ve ye. Pêkhateyên herêmê têkoşîna aştî û demokrasiyê esas girt, da ku rêveberiyeke demokratîk pêk bînin ku di 2014’an de dest pê kiriye.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev du sal e piştgiriya hewldana avakirina vîna civakê piştî rizgarkarina herêmên berfireh ji rêxistina DAIŞ’ê dike, jê jî herêmên Reqa, Dêrazor, Tebqa û Minbicê ne. Ji ber ku pêwîstiyeke girîng di aliyê xizmetguzarî, civakî û siyasî de heye. 

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji du salan û heta niha, bi hemû rêbazan têkoşîna pêkanîna daxwazên pêkhateyên herêmê dike. Her wiha rola wê ya dîrokî li dijî terorê hebû û hê jî xebata li dijî terorê berdewam e. Têkoşîna Rêveberiya Xweser di gihandina çareya demokratîk de ku bibe modela li Sûriyê, berdewam e. Ew jî bi rêya xebatên dîplomatîk û siyasî yên başdariya li çareyên siyasî ku nûnertiya rastîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike, pêk hat.

Tevî astengiyên li pêşberî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hewldanên fitne, sîxurî, êrişên çete û dewleta Tirk a dagirker û dorpêçkirina herêmê, hewl da tevahî pêdiviyên gel û pêkhateyên herêmê ji parastin, ewlehî û aramiyê dabîn bike û bi hemû hêza xwe ya leşkerî û siyasî li hember hemû hewldanan sekinî. Li gel wê jî parastina herêmê ji kişandina nava nakokiyên hundirîn, tevliheviya herêmê, binketina destkeftiyên gel, Rêveberiya Xweser û têkoşîna QSD’ê dike. Ji ber di vê di dawiyê de dijmin berê xwe daye fitneya bi rêya suîqastkirina serokên eşîran û ciwanan li dijî gelê xwe dike sîxur.

Li aliyekî din jî rêveberiyê bi awayekî xurt tevî hemû derfetên kêm li pêşberî pandemiya vîrusa koronayê (Covid-19) sekinî.

Li gel tevahî astengî û dorpêçên heyî, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê destkeftıyên dîrokî bi dest xistin. Hê jî li hember planên derve yên hedefgirtina vîna gel, têkbirina wan destkeftiyan û projeya neteweya demokratîk, disekine û têk dibe.

Bi boneya salvegera duyemîn a Rêveberiya Xweser em bang li hemû gelê xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku zêdetir piştgiriyê bidin Rêveberiya Xweser û saziyên ewlehiyê, QSD, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, hemû saziyên xizmetguzarî û civakî û xwe li derdora vê tecrubeya dîrokî kom bikin.

Em bi vê boneyê soza berdewamkirina têkoşîna demokratîk, siyasî û civakî didin ku parastiya vê projeya pêşeng bikin. Her wiha soz didin şehîd û gelê xwe ku nûnertiya vîna gel a siyasî û pêkanîna xwestekên Sûriya demokratîk ya nû bikin. Em ê li ber xwe bidin ku Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û tevahî herêmên Sûriyê yên dagirkirî rizgar bikin û garantiya birûmet a vegera şêniyên xwe yên koçber bikin."