Rêveberiya Xweser êrişa li Qamişloyê şermezar kir

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komkujiya ku dewleta Tirk li Qamişloyê kir, şermezar kir. Rêveberiya Xweser got, "Em soz didin ku li ser şopa şehîdên xwe em ê têkoşîna xwe dewam bikin."

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, êrişa ku doh dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov ên bi çek li Qamişloyê kir û di encamê de 3 kes şehîd bûn, şermezar kir.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Dewleta Tirk a dagirker ji bo aramiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk bibe û qirkirinê dewam bike, 9'ê Mijdara 2021'ê bi balafireke bêmirov a biçek li taxa Hilêliyê ya Qamişloyê êriş bir ser wesayitekê. Di encamê de Yûsûf Gulo jî di nav de ku bi welatparêziya xwe dihate naskirin ji heman malbatê 3 kes şehîd bûn.

Êrişa dewleta Tirk di bin kontrola Koalîsyona Navneteweyî, Rûsya û cîhanê de hate kirin. Li gorî erk û berpirsyariya xwe divê li pêşiya van êrişan bibin asteng. Gava ku dewleta Tirk avêtiye xetere ye. Li dijî vê yekê divê helwesteke zelal bê nîşandan.

Em van êriş û sûcên dewleta Tirk ên ji bo tunekirina berxwedan û îradeya gelê me bi tundî şermezar dikin, sersaxiyê ji malbata her sê şehîdan re dixwazin û soz didin ku em ê li ser şopa şehîdên xwe yên ku ji bo jiyaneke bi rûmet jiyana xwe feda kirine, têkoşîna xwe dewam bikin."