Rêveberiya Xweser: Dewleta Tirk ji bo têkçûna xwe veşêre sûcê şer dike

Rêveberiya Xweser diyar kir ku dewleta Tirk bi êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcê şer dike û hewl dide têkçûna xwe veşêre.

Rêveberiya Xweseriya Dmeokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek da.

Rêveberiya Xweser di daxuyaniyê de diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker careke din hewl dide binkeftina xwe çi li Tirkiye yan jî derve, bi rêya hedefgirtina herêmê veşêre.

Rêveberiyê diyar kir ku êrişkirin û hedefgirtina herêmê û şêniyan, sûcekî şer e nemaze ku li herêmê îstiqrareke balkêş çêbûye hemwextî operasyonên Hêzên Sûriya Demokratîk û hêzên ewlekariyê yên li dijî şaneyên DAIŞ`ê û piştevanên rêxistina terorîst.

Rêveberiyê îşaret pê kir ku hêzên piştevanên DAIŞ`ê bi taybet dewleta Tirk xwe li hember van destkeftiyan ranagirin ji ber wê dem demê êriş herêmê dikin.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk êrişên li dijî herêmê şermezar kirin û got ku Tirkiye bi tevahî rêbazan hewl dide îstiqrara li herêmê têk bibe ji bo ku rê li pêşiya şaneyên DAIŞ`ê û hêzên dijberî herêmê veke da ku vê îstiqrarê têk bibin.

Her wiha rêveberiyê bang li hêzên ku dixwazin îstiqrar li herêmê pêk were û destkeftiyan biparêzin, kir ku helwestên diyar û zelal li hember êrişa dewleta Tirk nîşan bidin.

Rêveberiyê diyar kir ku bangewaziyên wê yên têkildarî xetereya DAIŞ`ê, rast in delîl jî êrişa li Moskovê ku berhema fikrekî tundraw e û xuya dike ku piştevanê wê li herêmê heye di serî de dewleta Tirk e. Rêveberiyê da zanîn ku ev geşedan xetere ne û ji ber wê divê civata navneteweyî stratejiyeke cidî diyar bike û bi Rêveberiya Xweser re hevkar be ji bo ku jêderên terorê tune bikin.

Rêveberiya Xweser di dawiyê de soz da ku bi tevahî rêbazan destkeftiyên gel û pêkhateyên herêmê biparêzin û îstiqrarê li herêmê û hêviyên gel di demokrasî, edalet û wekheviyê de pêk bîne.