Rêveberiya Xweser dema derketina derve dirêj kir

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dema qedexeya derketina derve ji bo 15 rojên din dirêj kir.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di çarçoveya tevdîrên dijî vîrûsa koronayê de 23'ê Adarê ji bo 15 rojan derketina derve qedexe kiribû. Rêveberiyê îro bi giştînameyekê dema qedexeya derketina derve bi 15 rojên din dirêj kir.

Daxuyanî wiha ye:

" Ji bo parastina berjewendiyên giştî û zêdekirina li ser biryara bi hejmara 29’an a 19.03.2020’an hevserokatiya Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev biryar da:

- Dema qedexeya derketina derve li gorî biryara bi hejmara 29’an a 19.03.2020’an ji sibê ve heta 15 rojên dîtir hat dirêjkirin anku ji 07.30.2020’an heta 21.04.2020’an.

- Li gorî benda 4’an a biryara bi hejmara 29’an a 19.03.2020’an jî dermanxaneyên çandinî û beyteriyê, dikanên sererastkirina parçeyên alavên çandiniyê (patoz, traktor û hwd) divê ji saet 5’ê berêvarê heta 1’ê sibeha roja din vekirî bin.

- Bi vê biryarê kesên têkildar tên agahdarkirin."