Rêveberiya Xweser a Efrînê: Li dijî êrîşan em ê bi israr têbikoşin

Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê, bi daxuyaniyekê da zanîn ku ew ji êrîşên dewleta Tirk re amade ne û diyar kir ku ew ê her bi israr têbikoşin û li ber xwe bidin.

Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê û hemû sazî û dezgehên li Şehbayê bi daxuyaniyekê li Kampa Berxwedan a Şehbayê da xuyakirin ku ew ê ji berê bêhtir têbikoşin û li ber xwe bidin û anî ziman ku êrîşên berpêyî herêma Şehbayê berpêyî hemû Sûriyeyê ne.

Daxuyanî bi zimanê Kurdî ji aliyê endama Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê Bêrîvan Xelîl û bi zimanê Erebî ji aliyê endamê Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê Bekir Elo ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha bû;  

"Dewleta Tirk a dagirker, bi xwarina gefan li dijminatiya xwe ya li dijî ax û gelê Sûriyeyê bi taybetî li dijî gelê Kurd dewam dike û bi armanca dagirkirina herêmên din ên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, girseyên leşkerî ava dike û bi xwarina gefan li sivîlên bi darê zorê  ji herêmên dagirkeriya Tirkiyeyê koçber kirine û dûrxistina wan ji dozê ji xwe re dike hedef. 

Hikumeta AKPʾê ya êrîşkar a rû bi rûyê krîzên navxweyî, aborî, demokratîk û derve, bi windakirina milê xwe yê terorîst ê ku DAIŞ’ê nûnertiya wê dike vediguherîne dewleteke zagonên navneteweyî binpê dike, bi destwerdana bi berdewamî di kar û barên dewletên herêmê de û xistina nav welatiyan a nakokiyê, piştgirî û perwerdekirina terorîzma navdewletî  ku cîhanê pê gefan lê dixwe.

Ketiye hewila wergirtina siûdê ji mijûlbûyîna cîhanê bi şerê Rûsya û Ûkraynayê re û bi birina êrîşan bi ser axa Sûriyeyê de dixwaze bala gelên Tirkiyeyê ji ser krîza aborî û demokratîk bibe û bide ser derve. 

Bi hinceta  avakirina herêmên ewle, bi vegerandina penaberên Sûriyeyî û bicihkirina wan li  welatekî ne welatê  wan ê resen e, herêmên ewle yên ku dewleta Tirk a dagirker îdîa dike, wê bibin herêmên ne ewle yên li Sûriyeyê û wê her alozî hebe da ku dagirkeriya Tirkiyeyê piştgirî û çekdarkirina rêxistinên terrorist dabîn bike û wan ji bo pêkanîna siyaseta xwe ya berfireh û tawankar bi kar bîne.

Dagirkirina Tel Rifat û Şehbayê tê wateya vekirina rê li ber dagirkirina Heleba ku paytexta aborî ya Sûriyeyê ye û hewila Tirkiyeyê ji bo nuhkirina peymana Milî tevî ku bibe sedema karesateke mirovî û koçberkirina zêdeyê sed hezar kesên ku bi darê zorê ji axa xwe koçber bûne, û ev yek bang li me Sûriyeyiyan dike. Nexwe divê gel bibe seferber dijî gefên Tirkiyeya dixwaze li Sûriyeyê her alozî hebe. 

Dewleta Tirk a dagirker ji bêdengiya navneteweyî û rêxistinên ku bi daxuyanî  û helwestên şermok ên ku ne li gorî erkên li ser milên wan ên  qanûnên navneteweyî razî ye û li gorî hesasiyeta serdemê, nemaze  gefên ku pê aştî û ewlehiya herêmê û navneteweyî dikevin xeteriyê. 

Daxwaza me ji civaka navneteweyî ew e ku bi erka xwe rabe, dawî li gefên dewleta Tirk a dagirker a hewildana çêkirina aloziyê û vekirina rê li ber vegerîna DAIŞê û zindîkirina rêxistina dewleta Îslamî ya terorîst (DAIŞ) ji nû ve bîne .

Banga me li gelê koçber ê Efrîn û Şehbayê ew e ku amade bin ji têkoşîn û berxwedana li dijî gef û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û rizgarkirina herêmên dagirkirî ji destê wê."

Bi diruşmên ‘’Şerm e ji bo dewleta Tirk a dagirker’’, ‘’Bijî berxwedana Efrîn û Şehbayê’’ û Şehîd namirin’’ dawî li daxuyaniyê hat anîn.