Rêveberiya Xweser a Efrînê komplo şermezar kir

Rêveberiya Xweseriya a Herêma Efrînê li kampa berxwedanê ya li Şehbayê bi daxuyaniyeke çapemeniyê komploya 15'ê Sibatê ya navneteweyî şermezar kir.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Efrînê bi wesîleya salvegera 21'ê ya Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, daxuyaniyek da çapemeniyê.

Tevî nûnerên sazî û meclîsên herêmê gelek ji şêniyan beşdarî daxuyaniyê bûn.

Daxuyanî bi Kurdî û Erebî ji aliyê Hevserokên Kantona Efrînê Şîraz Hemû û Bekir Elo ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de qirkirin, komkujiyên heta niha li gelê Kurd hatin kirin hatin bibîrxistin û û hate gotin, "Bi dîlgirtina Rêber APO plan gihîşt asta herî Jor. Ji ber ku di nava 30 salên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê de hebûna gelê Kurd di asta herî bilind de hate ispatkirin."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di pêkanîna aştiya herêmê de xwedî roleke çalak e, lê belê tecrîdkirina wî vê derfetê lawaz dike.

Her wiha hate gotin, ku bedewamiya dîlgirtina Ocalan tê wateya hewldanek ji bo xitimandina çareseriyapirsgirêkên li herêmê.

Rêveberiya Efrînê ragihand ku tecrîdkirina Ocalan li dijî qanûnên navneteweyî û mafên mirovan e.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bi navê rêveberiya xweser a herêma Efrînê em plana navdewletî ku bi dîlgirtina Rêber Apo li dijî gelê Kurd û tevahiya gelên herêmê tê kirin şermezar dikin. Daxwaz ji dewlet û rêxistinan dikin ku bi erka xwe ya exlaqî û qanûnî rabin û Rêber Apo serbest berdin."