Rêveberiya Xweser 3 zarok radestî heyeta Rûsyayê kir
Komîteya Têkiliyên Karê Derve ya Rêveberiya Xweser, 3 zarokên ku ji nav destê DAÎŞ’ê yên hemwelatiyên Rûsyayê ne rizgar kiribûn, radestî heyeta dewleta Rûsyayê kirin.
Komîteya Têkiliyên Karê Derve ya Rêveberiya Xweser, 3 zarokên ku ji nav destê DAÎŞ’ê yên hemwelatiyên Rûsyayê ne rizgar kiribûn, radestî heyeta dewleta Rûsyayê kirin.
Li Komîteya Têkiliyên Karê Dervr ya Rêveberiya Xweser a bi daxwiyaniyeke çapemeniyê 3 zarokên ku ji nav destê DAÎŞ’ê yên hemwelatiyên Rûsyayê ne rizgar kiribûn, ratestî dewleta Rûsiya kirin.
Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Komîteya Têkiliyên Karê Derve ya Rêveberiya Xweser Ebdulkerîm Umer û amadebûna heyeta Rûsya a ji Nelly Kosova û Marbella pêk tê ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:
"Di çarçoveya têkiliyên di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta Rûsya de, li ser bingehê parastina mafê mirovan a rêveberiya xweser niha 3 zarokên bi eslê xwe Rûsî ku ji destê DAÎŞ’ê hatî rizgarkirin, radestî malbatên wan ên li Rûsya dikin.
Zarokên bi navê Ebdurehman Remedan 2012’an hatiye dinê, Meryem Remedan 2012’an hatiye dinê û Fatîme Remedan 2014’an hatiye dinê radestî hikûmta Rûsya dikin.
Em zarokan bi sax û silametî radestî heyeta hikûmeta Rûsyayê dikin.”