Rêveberiya Xweser 1’ê Gulanê pîroz kir

Rêveberiya Xweser 1`ê Gulanê li karkerên Sûriyê û tevahî cîhanê pîroz kir û got: “Guhertin û veguhertina em di bernameya xebatên xwe de hewl didin pêk bînin, nirx û edaleta ji bo karkeran dihewîne.”

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û tê de bal kişand ser rola girîng a karkeran di avakirina civakeke xurt û hevgirtî de.

Rêveberiyê di destpêka daxuyaniya xwe de got: "1'ê Gulanê Roja Karkeran a Cîhanê ye ku li ser bingeha rêzeçalakî û beşdarbûnên karkeran ji bo bidestxistina mafên ku jê hatibûn mehrûmkirin, hate pejirandin.”

Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Bê guman, çîna karkeran a hilberîner yek ji hêzên girîng e ku hewl didin guhertin û veguhertinê di civakan de pêk bînin. Ew civakên ku bi rêya şoreşan ji sîstema serdestiya takekesî ber bi forma civakî û demokratîk ve guhertineke bingehîn çêdikin.

Lewre jî di gelek qonaxên dîrokê de ev nirx ji bo beşê karkeran nehat dayîn. Vejandina vê rojê bi rengekî pratîk tekezkirina vê role û vê çalakiyê ye û beşeke pêkanîna edaletê ji bo çîna karkeran e.

Guhertin û veguhertina em di bernameya xebatên xwe de hewl didin pêk bînin, di nava xwe de nirx û edaleta ji bo karkeran pêwîst, dihewîne. Em bi rêya projeyê dixwazin hemû rêbazên klasîk ên birêxistinbûn û rêveberiyê derbas bikin, da ku karker hemû tiştên hêjayî xwe bi dest bixin.”

Rêveberiya Xweser 1'ê Gulanê li hemû karkerên Sûriyê û yên cîhanê û hemû kesên ku ji bo avakirina welatekî azad û demokratîk kar dikin, pîroz kir.