Rêveberiya Efrînê bersiv da dewleta Tirk: Em bersivê bidin!
Meclîsa Rêvebir a Kantona Efrînê diyar kir ku ew amade ne, di warê ‘siyasî û leşkerî’ de bersivê bidin gefên êrîşê yên dewleta Tirkiyeyê.
Meclîsa Rêvebir a Kantona Efrînê diyar kir ku ew amade ne, di warê ‘siyasî û leşkerî’ de bersivê bidin gefên êrîşê yên dewleta Tirkiyeyê.
Meclîsa Rêveber a Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê girêdayî gefên dewleta Tirk ên li dijî kantona Efrînê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de tê gotin: “Ev demeke rayedar û berpirsên payebilind ên Tirk zimanê xwe li dijî Efrînê tûj dikin û gefan lê dixwin. Ew bi riya dezgehên xwe yên çapemeniyê tehdîdan dikin û li hemberî gelê me şerekî derûnî didin meşandin. Ew bi hincetên şerê terorê dixwazin derbasî xaka Sûriyeyê bibin û dagirkeriya xwe rewa bikin.”
Rêveberiya Xweser diyar kir ku Artêşa Tirk bi van daxuyaniyan re tevgera xwe ya li ser sînorê Bakûrê Sûriyeyê zêde kiriye û gundên herêma Efrînê topbaran dike û dixwaze tirsê di nava welatiyan de biçîne da ku dev ji xaka xwe berdin.
Di daxuyaniyê de hat gotin: “Wekî Serokatiya Meclîsa Rêveber a Kantona Efrînê helwesta me li hemberî van gef û daxuyaniyan diyar û zelal e. Em ê hem di aliyê siyasî û hem jî di warê leşkerî de bersivê bidin. Hêza me heye ku em li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê bisekinin. Hêzên me di şerê li dijî terorê de xwe îspat kirine û herêmên pir berfireh ên Sûriyeyê ji qirêjiya terorê paqij kirine.”
Meclîsa Rêveber di dawiyê de bang li hêzên navnetewî kir ku bila bêdeng nemînin.